Nûrettîn Demîrtaş: Vîna Kurdan wê rejîma qirkirinê têk bibe
Siyasetmedarê Kurd Nûrettîn Demîrtaş bal kişand ser girîngiya Raperîna Şêx Seîd û destnîşan kir, vîna Kurdan wê zîhniyeta qirkirinê têk bibe.
Siyasetmedarê Kurd Nûrettîn Demîrtaş bal kişand ser girîngiya Raperîna Şêx Seîd û destnîşan kir, vîna Kurdan wê zîhniyeta qirkirinê têk bibe.
Siyasetmedarê Kurd Nûrettîn Demîrtaş bal kişand ser girîngiya Raperîna Şêx Seîd û destnîşan kir, vîna Kurdan wê zîhniyeta qirkirinê têk bibe.
Demîratş, Raperîna Şêx Seîd a 1925'an ji ANF'ê re nirxand.
'QIRKIRIN ÇEKA HERÎ BI BANDOR A KAPÎTALÎZMÊ YE'
Demîrtaş da xuyakirin, ku pêkanînên serdestiyê timî bi qirkirinê derketine holê û got, "Di nava qirkirinê de jî komplo û gelek lîstik hene. Lê belê di nava ti serdema dîrokê de, bi qasî 400 salên dawî yên ku kapîtalîzm lê hegemonîk bû, pêkanînên qirkirinê li gelemperiya cîhanê mirov ji cih û warên xwe nekirine, bêvîn nehiştine. Qirkirin çeka herî bi bandor a kapîtalîzmê ye. Di du sed salên dawî de jî, li ser bingeha armancên emperyalîzmê yên li Rojhilata Navîn, qirkirin ketiye rojevê. Divê qirkirina Kurdan jî ji vê cuda neyê nirxandin."
Nûrettîn Demîrtaş bibîr xist, ku di dîroka Kurdistanê de sala 1925'an weke sala destpêkirina qirkirina Kurdan tê zanîn û got, "Di 13'ê Sibata 1925'an de, dema ku Şêx Seîd li Pîranê bû, rojekê leşkerên Tirk davêje ser malan û dixwaze 5 kesan bigirin. Li ser vê yekê bûyer derdikeve, 2 leşker tên kuştin û derketina şerê li vê derê weke destpêka raperînê tê binavkirin. Di vir de dixwazim balê bikişînim ser vê xalê; Tevî ku bûyerên 13-15'ê Sibatê destpêka raperînê bûn, di ehman demê de destpêka qirkirinê ne. Çima? Rast e, nêrîn û fikrên li ser amadekariya raperînekê hebûn. Rêxistina Azadî, ji bo azadiya Kurdan amadekarî dikir. Lê belê piştî ku Halît ê ji Cîbranê, Yûsûf Ziya û hin rêveberên Rêxistina Azadî hatin girtin, berxwedana ku amadekariya wê dihat kirin, zû kifş bû. Kesekî bi navê Yûsûf ê hat binçavkirin, navê Şêx Seîd da. Li ser vê yekê dewleta Tirk bi rewşê hesiya. Bi vî awayî zû dest li rewşê werda. Piştî ku leşkerên xwe şand Pîranê, zû dest li raperînê werda. Di ser van bûyeran re, bahaneyeke qirkirinê hat afirandin.
'LI SERÊKANIYÊ HAT DESTPÊKIRIN'
Dibe ku weke roja îro, piştî bûyera kuştina 2 polîsan a li Serêkaniyê bi heman rengî êrîşa qirkirinê dan destpêkirin. Bi gotina 'PKK'ê pêvajo qedand, PKK'ê êrîş kir' re bingeh ji destpêkirina êrîşa qirkirinê re amade kir. Lê gelo, li pişt bûyerê çi hebû? Kîjan hêz hebûn? Dema li vê bê temaşekirin wê were dîtin, ku yekemîn şerê cîhanê yê Rojhilata Navîn hebû, ku bi Peymana Sykes Pîcot re destpê kir. Hat plankirin ku Rojhilata Navîn di navbera Fransiyan û Îngilîzan de bê parçekirin. Raperîna Şêx Seîd jî li hemberî dewleta Tirk weke şantajê hat bikaranîn. Cîhana Rojava ji bo Sevrê bide qebûlkirin, Kurd bi kar anîn. Bi Peymana Sevr re, rewşeke welê afirandin ku mîna wê mafên Kurdan, Ermenî û Yewnanan bê dayîn. Lê belê di berdêla ku Mûsil û Kerkûk ji Îngilîzan re bên hiştin de, şantajek li dewleta Tirk dihat kirin. Dema rêveberiya Mûstafa Kemal ev qebûl kir, wan jî tinekirina Kurdan a li Bakur û pêvajoy a qirkirinê erê kirin."
'XENÇERÊ LI PIŞTA KURDAN HATIYE XISTIN: XIYANET'
Siyasetmedarê Kurd Nûrettîn Demîrtaş destnîşan kir, ku di dîroka Kurdistanê de xiyaneta ku weke xençerekî li pişta Kurdan ketiye, ti carî kêm nebûye û got, "Dîroka Kurdistanê tevî berxwedanên dîrokî, di heman demê de bi xiyanetê jî dagirtî ye. Di raperîna bi pêşengiya Şêx Seîd de xiyanetek hebû, ku heta teslîmkirina Şêx Seîd jî dewam kir. Ji ber xiyaneta Kasim, ev raperîna dikarîbû hîn bêhtir bi pêş de biçûya, zû hat tepisandin. Tevî ku ev raperîn li herêmeke berfireh belav nebû, xwedî hêzeke xurt û çekan nebû jî, bi hêzeke gelekî mezin a leşkerî hat tepisandin û komkujî hat kirin. Di dawiyê de jî gelek pêşengên vê raperînê li meydana Deriyê Çiyê ya Amedê li pêş çavên gel hatin daliqandin. Gorên wan jî hînê nînin. Ev yek karaktera qirkirina li hemberî Kurdan radixe pêş çavên mirovan."
'WÊ JI ALIYÊ DÎROK Û GEL VE BÊN DARIZANDIN'
Demîrtaş diyar kir, di roja îro de jî ya ku herî zêde zerarê dide têkoşîna azadiyê û rejîma qirkirinê li Kurdistanê li ser piyan digire, Kurdên noker in û axaftina xwe wiha dewam kir: "Di roja îro de jî tevî berxwedana ewçend mezin û bi heybet a li dijî êrîşan, hin Kurdên bi namerdî berê xwe dane nokeriyê hene. Raya giştî baş dizane bê ev kî ne. Ne hêja ne navên wan bên bilêvkirin. Ev noker wê ji aliyê dîrok û gel ve bên darizandin."
'PÊWÎSTE DI ASTA PÎROZMENDIYÊ DE XWEDÎ LI BERXWEDANÊ BÊ DERKETIN'
Nûrettîn Demîrtaş ragihand, berxwedan ji bo gelê Kurd veguheriye yekane şêweyê hebûnê û destnîşan kir, ku ji bilî xwedîderketina di asta pîrozmeniyê de, ti çareyeke Kurdan nîne. Demîrtaş got, "Hêzên ku dibêjin 'çima li ber xwe didin, eger li ber xwe nedin wê jiyaneke asayî bidome' di nava şaşîtî û xefleteke mezin de ne. Yên di vê xefletê de israr dikin jî, di nava xiyanetê de ne. Qirkirina Kurdan a di sala 1925'an de hat destpêkirin, bi komploya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hat dewamkirin, ku ev komployê di heman rojê de (15'ê Sibatê) pêk hat. Ji 1999'an û vir ve xwestin vê qirkirinê temam bikin. Hêzen ku di nava 91 salan de nikarîbûn gelê Kurd tine bikin, niha bi destê AKP'ê hewl didin tine bikin. Mirov dikarin bêjin, eger dîktatoriya AKP'ê bê hilweşandin wê li Tirkiyeyê pêşî li demokrasî û azadiyê vebe. Yanî wê Kurd rizgar bibin. Têkbirina Erdogan ji bo Kurdan cejn e. Lê belê bêyî berxwedanê ev yek nabe. Kurd li ber xwe nedin, nikarin mafekî bi dest bixin."
'TÊKÇÛN QEDERA AKP'Ê YE, AZADÎ JÎ YA KURDAN E'
Nûrettîn Demîrtaş da xuyakirin, ku berxwedana gelê Kurd gihaştiye asteke girîng, ber bi serketinê ve diçe û got, "Têkçûna AKP'ê ji sedî sed e. Piştî AKP'ê Tirkiye wê demokratîk be, Kurdistan jî wê azad be. Di vir de ti guman nîne."
Demîrtaş da zanîn, ku divê gelê Kurd, hemû gel, mezheb û komên baweriyan ên li Tirkiyeyê di nava vê berxwedanê de cih bigirin û ev yek destnîşan kir: "Cudahiya xwe ya ji sala 1925'an jî ev e. Va ye Amed, Cizîr, Botan, Mereş Teroyan li ber xwe dide, Dersîm li ber xwe dide, Serhed tevlî berxwedanê dibe. Çar parçeyên Kurdistanê tevlî berxwedanê dibin. Em êdî ne di sala 1925'an de ne. Bi saya tecrûbeya çil salan a têkoŞîna azadiyê, vîna Kurdan gihaştiye wê hêz û rêxistinbûyînê, ku dikare qirkirinê têk bibe. Ji ber vê yekê, tiştekî ku dîktatoriya Erdogan karibe li hemberî berxwedana azadiya Kurdan bike, zêde nîne. Wê ji holê rabe. Têkçûn qedera wan e, azad jî wê vê carê qedera Kurdan be."