Însiyatîfên Jin û Ciwanan ên Şoreşger Amedê daxuyaniyeke hevpar weşandin û banga xwedîderketina li Licê kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ciwan û temamiya civaka me, bi mehan e li Kurdistanê bênavber li ber xwe didin. Rêvberiya Tayyîp a faşîst, qonaxa dawî ya polîtîkayên xwe yên şerê taybet, bi êrîşên herî hovane li Kurdistanê xistiye meriyetê. Ya ku niha li Licê dike, ev e." Ciwanan destnîaşn kirin, ku divê ew li hemberî vê yekê bi berxwedaneke bênavber, bi rûmeta xwe, dest bi xweparastinê bikin.
Di daxuyaniya hevpar de hat ragihandin, berxwedanên xwerêveberiyê û berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Îmraliyê, nîşan didin ku serketin çiqasî nêzî wan e û hat gotin, "Sedema bingehîn a êrîşên wehşî yên AKP'ê ev e. Weke ciwanên Amedê em careke din dibêjin, ji ax, mal û welatê me yê ku bi zorê hatine, hûn ê bicehimin û biçin. Em ê we ji vir bicehimînin. Em agirê xwe yê berxwedanê yê me zivistanê vêxistin, bi tîna germa havînê re bikin yek û bêjin êdî bes e."
'EM DAKEVIN KOLANAN; EM SÎNORAN NAS NEKIN'
Her du însiyatîfan bang li ciwanên Amedê kir, ku li her taxê bi girseyî dakevin kolanan û gotin, "Her kes bi çi zane, her kes dikare çi bike, divê wê bike. Hemû saziyên dijmin di hedefa me de ne û kolan jî yên me ne. Divê agirê me tarîtiyê ronî bike, dagirkeran jî bişewitîne. Her ciwanekî Kurd, her ciwanekî Amedê divê bibin xwedî rêbazeke derbê li dijmin dixe û bi xwe biryarê bide çi dixwaze bike wê bike. Bi însiyatîfeke bêsînor a li dijî dijmin, heta ku em rûyê gelê xwe bikenînin, heta ku em dilê gelê xwe rehet bikin, em li dijî dijmin şer bikin. Pêwîste her ciwan, her ciwaneke jin xwe weke çepereke berxwedana Licê bibîne, însiyatîfa xwe bi kar bîne û li hedefan bixe. Divê pêşengiyê ji berxwedana gelê me re bike. Heta serketinê, heta azadiya Rêbe Apo, heta azadiya Kurdistanê, heta azadiya Amedê em li ber xwe bidin."