Hevşaredarên Dihê ji peywirê hate dûrxistin
Der heqê Hevşaredara DBP’ê yên Dihê Eda Kîlîs û Endamê Meclîsa Şaredariyê Salih Ozer bi hinceta ku beşdarî daxuyaniyê bûne doz hatibû vekirin, ji pewirê hatin dûrxistin.
Der heqê Hevşaredara DBP’ê yên Dihê Eda Kîlîs û Endamê Meclîsa Şaredariyê Salih Ozer bi hinceta ku beşdarî daxuyaniyê bûne doz hatibû vekirin, ji pewirê hatin dûrxistin.
Wezareta Karên Hundir, Hevşaredara DBP’ê ya Sêrtê Dihê Eda Kîlîs û Endamê Meclîsa Şaredariyê Salih Ozer ji pewirê dûr xist. Biryara 2 sal û 1 meh cezayê hepsê yên ku der heqê Hevşaredar Kîlîs bi îdîaya ‘Endama rêxistinê ye’, ‘Propagandaya rêxistinê kiriye” û “Beşdarî xwepêşandan û civînên dijî qanûnî bûye” hate dayîn, bal kişand ku hê dema li dadgeha temyizê bû hate dayîn. Doza der barê Endamê Meclîsê Ozer de jî ku bi îdîaya “Beşdarî civîn û meşên dijqanûnî bûye” hatiye vekirin, li Dadgeha Cezayê Giran a Dihê hê jî berdewam dike.
Walîtiya Sêrtê ji bo hilbijartina wekîlê serokê şaredariyê jî heta 1'ê Tîrmehê destûr da. Walîtiyê xwest ku cihê civîna şaredariyê û saeta civînê jî ji Qeymeqamtiyê re bê ragihandin.
Her wiha Hevşaredarê Dihê Huseyîn Kiliç jî bi hinceta ku beşdarî îlankirina "xwerêveberiyê" bûye hatibû girtin û bi hepsa malê tê cezakirin.