Zikat û fitrên xwe bidin mirovên bêmal man e!
Xoceya qursa Quranê Sabahat Acar bang li welatiyan kir ku zikat û fitrên xwe bidin mirovên li qadên xwerêveberiyê yên li Şirnex, Cizîr, Gever, Silopiya, Nisêbîn û Sûrê.
Xoceya qursa Quranê Sabahat Acar bang li welatiyan kir ku zikat û fitrên xwe bidin mirovên li qadên xwerêveberiyê yên li Şirnex, Cizîr, Gever, Silopiya, Nisêbîn û Sûrê.
Xoceya qursa Quranê û endama Meclîsa Şaredariya Êlihê Sabahat Acar a bi nasnameya xwe ya Îslamî tê naskirin û di nava civakê de li peyva wê tê guhdarîkirin, da xuyakirin, ku zikat û fitrê ji xizm û cîranan re tên dayîn, lê belê gelekî muhîm e îsal ji sed hezaran mirovên bêmal man e re werin dayîn.
Acar da zanîn, di rojiya Remezanê de tî û birçîmayîn têrê nake, girîng e mirovên hewcedar tî û birçî neyên hiştin û got, "Ez Rojiya Remezanê ya alema Îslamê pîroz dikim. Wate û girîngiya meha Remezanê, terbiyekirina nefsa mirovan e. Yek ji şertên Îslamê yên ji bo bicihanîna fermana Xwedê, rojî ye. Lê belê rojî bi tenê bi tî û birçîmayînê nayê girtin. Fêmkirina rewşa mirovên xizan e. Ji bo em tî û birçîtiya mirovên xizan fêm bikin, em rojiyê digirin. Ji bo fêmkirina psîkolojiya wan e. Lê belê tiştekî din jî, zikat û fitrên di meha Remezanê de tên dayîn e. Divê em van zikat û fitrên xwe bidin wan kesên ji bo fêmkirina rewşa wan em rojiyê digirin. Ji ber ku ev yek ferz e. Di nava cih û rewşeke xizan û hewcedar heye de, dayîna zikat û fitran ji bo cîran, xwim, xwişk û birayên xwe, nayê qebûlkirin. Îro gelek mirovên me ji ber ku malên wan ji aliyê dewletê ve hatine xerakirin, talan bûne, neçar man e koç bikin. Rewş û bûyerên bi serê van mirovan ve hatin, li pêş çavên me hemûyan e. Li Şirnex, Silopiya, Cizîr, Sûr û Geverê mirov bêxanî hatin hiştin. Mirovên me yên malên wan hatine xerakirin, bajarên wan hatine talankirin hene. Zikat û fitre mafê wan e."