KURDISTAN
KCK'ê di şexsê berxwedêrên 14'ê Tîrmehê de şehîdên zindanan bi minet û hurmet bi bîr anî û got, "Em di wê baweriyê de ne ku Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a demokratîk ku hesreta wan bû, em ê bi felsefeya wan a jiyan û têkoşînê pêk bînin."
Li Iraqê nîqaşên li ser entegrasyona komên çekdar dewam dike. Daxuyaniya 'Şengal wê di nava sê mehan de bikeve bin kontrola hêzên ewlekariyê yên Iraqê' fikarên li ser Peymaneke nû ya 9'ê Cotmehê bi xwe re anî, ku îradeya Êzidiyan tine dihesibîne.
Gerîlayên Tevgera Apoyî Denîz Mêrdîn û Zafer Dutax diyar kirin ku ruhê berxwedana 14’ ê Tîrmehê 44 sal e bi rengekî geş dewam dike û û her ku biçe wê geş bibe.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok ragihand ku çalakiya şewitandina çekan a 11'ê Tîrmeha 2025'an sembola guherîna stratejîk e û diyar kir ku li gel sala di ser re derbas bû jî dewletê ji bo pêşvebirina pêvajoyê gavên şênber neavêt.
Radestkirina belge û şahidiyên tewanê ji bo saziyên PDK’ê, weke metirsiyeke mezin a li ser destkarîkirina heqîqeta dîrokî û windakirina şopên berpirsiyariya fermanê tê nirxandin.
Hemû Nûçe
-
-
MÎT’ê li Duz Xurmatuyê gef li Kurdan û Suniyan xwarin
Li navçeya Duz Xurmatuya Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê, rêxistina sîxûriya Tirk, MÎT’ê gef li gel xwar, xwestin di nava 24 saetan malên xwe vala bikin. Jêderkên ewlekariyê yên Kurd û Iraqî yên li Xurmatuyê jî ev salox piştrast kirin.
-
-
Ji HPG’ê çalakiya bi bandor: 12 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiyan de ku 23’yê Hezîranê li dijî artêşa Tirk a li qada Sumbul a Geverê hate lidarxistin, bi giştî 12 leşker hatin kuştin, 8 leşker jî birîndar bûne.
-
-
-
Xizmên Windayan li aqûbeta Kulter û Barut pirsîn
Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan vê hefteyê jî li edaletê geriyan. Di çalakliya vê hefteyê de li aqûbeta Hûrşît Kulter hat pirsîn û daxwaza cezakirina kiryarên qetilkirina Hamet Barût kirin.
-
Ji bo Licê banga mezin
Civîna Hevşaredaran a li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê destpê kir. Di civînê de hat ragihandin, li dijî operasyona ev 4 roj in Licê tê meşandin, ew ê biçin navçeyê.
-
-
-
-
-
'Em zikat û fitrên xwe bişînin herêmên hatine talankirin'
Serokê Komeleya Piştgirî û Alîkariya Rojava Ocaklik ji bo gelên li Sûr, Cizîr, Silopiya, Hezex, Nisêbîn, Gever û Şirnexê mexdûr man e, banga piştgiriyê kir û got, "Bi wesîleya meha Remezanê ya pîroz em zikat û fitrên xwe bigihînin van mirovên xwe."
-
Îrmez a HDP'yî: Ti hikmê Meclîsê nîne
Parlamentera HDP'ê Aycan Îrmez ji ANF'ê re axivî û diyar kir, ji bo rakirina destnedana wan hemû partiyên din ên li meclîsê bûn yek. Îrmez destnîşan kir, ku ti hikmê meclîsê nîne.
-
Rêvan Kobanê: Gelê Kobanê xeyalên Erdogan têk bir
"Gelê Kobanê bersivek dîrokî da. Dema ku Kobanê rizgar bû, gelê Kobanê ne weke yên din ciwanên xwe derbasî Ewropa û cihên din kir. Malbat hemû tevî ciwanên xwe vegeriyan Kobanê. Mal û milkê wan çû lê ji bo wan ev ne xem bû."
-
Leşkerên Tirk gundekî Hezroyê xera dikin
Li gundê Helhel ê navçeya Amed Hezroyê, leşkerên Tirk dest bi xerakirina xaniyan kirin. Leşkerên bi kepçeyê ketin nava gund, gefa 'em ê xanî bi serê we de hilweşînin' li mirovên naxwazin ji malên xwe derkevin, dixwin.
-
Karayilan: Dem dema mezinkirina berxwedan û hevkariyê ye
"Li hemberî vî dijminî divê em xwe hemû bikin yek, mil bidin milê hev, piştgiriya hev bikin û ti kesekî xwe mûhtacî van neyaran neke. Ev dem demeke hevkariyê ye. Demeke fedekarî û bilindbûna şoreşê ye. Divê her kes fedekariyê bike."
-
-
1. Salvegera Komkujiya 25'ê Hezîranê
Li pêşberî serketinên YPG/YPJ'ê, çeteyên DAIŞ'ê yên bi hovîtya xwe tên naskirin har bûn û bi planeke qirêj berê xwe dan Kobanê. Di berbanga roja 25'ê Hezîrana 2015'an de komkujiyek di hundirê Kobanê de pêk anîn.
-
-
-
-
-
-