YPG: Artêşa Tirk û DAIŞ di heman demê de êrîşî Rojava dikin
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin, ku artêşa Tirk bi çekên giran êrîş bir ser çeperên li gundê Korelî û sivîlên li gundê Boban ên Kobanê.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin, ku artêşa Tirk bi çekên giran êrîş bir ser çeperên li gundê Korelî û sivîlên li gundê Boban ên Kobanê.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê têkildarî êrîşên hêzên artêşa Tirk û êrîşên komên çete yên DAIŞ'ê yên li ser herêmên Kantona Kobanê, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
"Êrîşên Arteşa Tirk ên li dijî axa Rojava dewam dikin. Di êvara 24'ê Hezîranê de artêşa Tirk bi çekên giran êrîş bir ser çeperên hêzên me yên li gundê Korelî yê rojavayê Kobanê ye. Artêşa Tİrk welatiyên me yên sivîl ên li gundê Bobanê, ku li rojavayê Kobanê ye bê serûber gulebaran kir.
ERÎŞÊN DAIŞ'Ê
Di sibeha 24'ê Hezîranê de, çeteyên DAIŞ'ê ji çeperên xwe yên başûrê Cerablûsê bi çekên giran êrîş birin ser bajarokê Şêxler ê ser bi Kantona Kobanê ve. Komek ji çeteyan, bi awayekî hemwext hewl dan ji çemê Firatê derbas bibe û bikeve nava qadên me. Piştî destwerdana hêzên me, çete neçar man ji qadê birevin."