Hunermendên TEV ÇAND’ê ji bo veguherandina pêvajoya aştiyê ji bo çareseriya mayînde, banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.
Hunermendên TEV ÇAND’ê bi armanca nîqaşkirina xebatên komunbûnê di qada çand û hûnerê li Ewropay de, di çarçoveta avakirina civaka demokratîk de, li bajarê Dortmund ê Elmanyayê civîn li dar xist.
Di civîna li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dortmundê de, rola hunermenda a di vê pêvajoyê de û berfirehiya xebatên avakirinê hate nîqaşkirin. Bi esasgirtina modela komunbûnê li seranserê Ewropayê, mezinkirina xebatan hate nîqaşkirin.
Hunermendên TEV ÇAND’ê piştî civînê, ji bo mayîndekirina pêvajoya aştiyê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo daxuyaniya çapemeniyê dan. Daxuyanî ji aliyê hunermend Hekîm Sefkan ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Rêber Apo bi banga xwe ya dîrokî ya 27’ê Sibata 2025’an a derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re, bi armanca pêkanîna guhertinekî bi kok di rêbaza têkoşînê de, hemû pêkhateyên tevgerê û hêzên gerîla li gorî manîfestoya têkoşîna nû komxebatên xwe li dar xistin û pêngava veguherînê dan destpêkirin. Her çiqas ji aliyê dewletê ve gavên şênber nehatibe avêtin jî, em vê guhertinê di vê qonaxa têkoşînê de wekî pêdiviyekş qebûl dikin û lêgerînên xwe yên ji bo bûyîna bersiva pêvajoyê didomînin.”
Dı berdewamiya daxuyaniyê de bang li raya giştî hate kirin ku xwedî li pêvajoya aştiyê derkevin û bang li rayedaran jî hat kirin ku polîtîkaya tecrîdê bi dawî bike û şert û mercên azadiya fîzîkî pêk bîne.
TEV ÇAND’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku xebatên çand û hunerê li Ewropayê di her demê de rola pêşeng digre û di demên herî zehmet de civakê dike tevgerê.
BANGA YEKÎTIYA NETEWEYÎ
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Em ê niha bi vê îradeyê re rola ku dikeve ser me bi cih bînin, avakirina civaka demokratîk ku azadiya jinê bingeh digre, esas bigrin. Serdemekî ku yekîtiya neteweyî pêk neyê, rê li ber windahiyên mezin veke. Çi dibe bila bibe, divê bi ruhê serketina yekîtiya neteweyî bitevgerin û em hunermend jî pêşengiya vê yekîtiyê bikin. Bi vê biryardarî û baweriyê re, wekî Hunermendên Kurd a Ewropayê bi rêberiya azad û yekîtiya neteweyî re helwesta xwe ya ji bo civaka azad bi ruhê komunê re ji nû ve mezin dikin.”
Daxuyanî bi çepik û dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.