Îrmez a HDP'yî: Ti hikmê Meclîsê nîne

Parlamentera HDP'ê Aycan Îrmez ji ANF'ê re axivî û diyar kir, ji bo rakirina destnedana wan hemû partiyên din ên li meclîsê bûn yek. Îrmez destnîşan kir, ku ti hikmê meclîsê nîne.

Parlamentera HDP'ê Aycan Îrmez ji ANF'ê re axivî û diyar kir, ji bo rakirina destnedana wan hemû partiyên din ên li meclîsê bûn yek. Îrmez destnîşan kir, ku ti hikmê meclîsê nîne.

Îrmez da xuyakirin, ku bi 11 dosyayên cuda destnedana wê hatiye rakirin û diyar kir, ji ber ku dadgeh alîgir e ew ê parastinê neke. Îrmez got, "Di mijara destnedanê de, ji xwe weke partî wê parêznameyeke me ya hevpar hebe."

Îrmez da zanîn, rakirina destnedanê, ji bo derxistina wekîlên HDP'ê ji parlamentê bi feraman Qesrê hat kirin û got, "Ji ber ku ti hikm û vîna parlamentê nîne. Mixabin, li şûna ku gel li wir bê temsîlkirin, ji ber piraniya AKP'yiyan weke saziyeke Qesrê dixebite. Bi fermana qesrê destnedanên hatin rakirin. Em hemû bi vê pêvajoyê dizanin û ji ber ku dadgeriyeke bêalî nîne, em ê parastinê pêşkêşî dadgehan nekin. Ji destpêkê ve me got, ji bilî gel ti kes nikare me dadgeh bike."

'ÇÎLLER Û PARTIYA WÊ TINE BÛN'

Îrmez da zanîn, ji bo parlamenterên HDP'yî werin girtin, welat ber bi kaosê ve hatiye dehfdan û aqûbeta Tansû Çîller û partiya wê ku di sala 1994'an de rê li ber girtina wekîlên DEP'yî vekir, bibîr xist. Îrmez got, "Di sala 1994'an de girtina parlamenterên DEP'î çi guherand? Partiya desthilatdar a wê çaxê, tine bû û tevgera siyasî ya Kurd roj bi roj xurt bû. Niha hîn bi îdîa siyasetê dike. Divê zanibin, ku bi polîtîkaya zextê Kurd tine nabin û heta pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, wê timî derkeve pêşiya wan. Ji ber ku dewlet timî bi polîtîkaya ewlekariyê tevgeriya û polîtîkaya înkarê neterikand, îro jî di hema polîtîkayê de israr dike. Bi derxistina wekîlên Kurd ji Meclîsê, bi binçavkirin û girtinan wê nikaribin pirsgirêka Kurd çareser bikin. Tansû Çîller û partiya wê, ku di sala 1994'an de kirin ku wekîlên DEP'ê werin girtin, niha li ku ne? Ji wê partiyê gotinek jî nema ye, lê Kurd roj bi roj mezintir bûye. Bi girtin, binçavkirin, îşkence, bi hezaran kuştinên kiryar nediyar û şewitandina gundan, nikarîbûn li hemberî vîna gelê Kurd bi ser bikevin. Divê dewlet vê rastiyê ji nedîtî ve neyê."

Îrmez destnîşan kir, desthilatdariyên hewl dan bi polîtîkaya înkar û şîdetê pirsgirêka Kurd çareser bikin tine bûne û got, "Di her dema ku vîna Kurdan hedef hatiye girtin de, Komara Tirkiyeyê di polîtîka hundir û derve de ketiye nava kaoseke mezin. Dewleta ku îro jî hewl dide bi heman rêbazan pirsgirêka Kurd çareser bike, di polîtîkaya hundir û derve de li bin ketiye."

'BI ÇAVÊN DIJMIN LI WEKÎLÊN HDP'YÎ DINÊRIN'

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez herî dawî got, "Her çend qebûl nekin ku li Tirkiyeyê şerekî mezin heye, eger li hemberî bajaran, li hemberî gel çekên giran, tank û top tên bikaranîn, wê çaxê şerek heye." Îrmez wiha dewam kir: "Ev hemû wê weke mijareke darizandinê derkevin pêşiya rêveberên dewleta Tirkiyeyê. Di binê rakirina destnedana wekîlên HDP'yî de bi tenê sedemek heye. Ew jî; bi çavên dijmin li me dinêrin. Ne weke siyasetmedarên Kurd an jî Tirk, weke dijmin li me dinêrin. Tehemûl nakin. Lewma heta ji wan tê hewl didin wekîlên HDP'yî weke dijminê civakê nîşan bidin."