Kongreya TEVDA bi dawî bû, serokê PADÊ hate diyarkirin
TEVDA, di 6. Kongreyê de ku duh hate lidarxistin, biryar hatibû girtin ku bibe partî. Bi navê wê yê nû Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan(PADÊ), îro di dawiya kongreyê de serok û cîgirên xwe hilbijartin.
ANF
ŞENGAL
şemî, 25 pûşperê 2016, 16:03
Duh li bajarê Xanesorê ya Şengalê Kongreya TEVDA hate lidarxistin û biryara hate girtin ku bibe partî. Navê TEVDA ji vir û pê ve wê Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan(PADÊ) be. Her wiha serok û du cîgirên PADÊ jî hatin hilbijartin. Navê serokê PADÊ Şêx Qehtan Alî Osman e û cîgirên wî jî yek jin û yek mêr e ku navê wan Delal Hisên Xelef û Emer Salih in.
Duh di kongreyê de Kombûyîna Êzidiyên Azad biryar girt ku tevlî PADÊ bibe. Bi vi awayî giştî kesên ji bo meclîsa PADÊ hatin hilbijartin 29 kes in.
Her wiha di kongreyê de 7 komîteyên meclîsê hatin eşkerekirin. Ev komîte jî wê xwe wek dîplomasî, ciwan, aborî, rêxistin, çandînî, jin û zarok û mafê mirovan bi rêxistin bikin.