'Em zikat û fitrên xwe bişînin herêmên hatine talankirin'

Serokê Komeleya Piştgirî û Alîkariya Rojava Ocaklik ji bo gelên li Sûr, Cizîr, Silopiya, Hezex, Nisêbîn, Gever û Şirnexê mexdûr man e, banga piştgiriyê kir û got, "Bi wesîleya meha Remezanê ya pîroz em zikat û fitrên xwe bigihînin van mirovên xwe."

Serokê Komeleya Piştgirî û Alîkariya Rojava Mûstafa Ocaklik ji bo gelên li Sûr, Cizîr, Silopiya, Hezex, Nisêbîn, Gever û Şirnexê mexdûr man e, banga piştgiriyê kir û got, "Bi wesîleya meha Remezanê ya pîroz em zikat û fitrên xwe bigihînin van mirovên xwe."

Ji bo pêçandina birînên li Sûr, Cizîr, Silopiya, Hezex, Nisêbîn, Gever û Şirnexê vebûne, gel li benda destê alîkarî û piştgiriyê ye. Serokê Komeleya Piştgirî û Alîkariya Rojava Mûstafa Ocaklik bal kişand ser pêla mezin a koçberiyê ya ji ber talan û hovîtiya dewleta Tirk a li qadên xwerêveberiyê û got, "Mirovên neçar man ji Sûrê koç bikin, li navçeyên Rezan, Peyas û Yenîşehîrê belav bûn. Me ji rêveberiyên herêmî, partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û keyayan koordînasyonek ava kirin û dest bi kar kirin. Weke karê destpêkê me xwe gihand malbatên ji ber şer neçar man e koç bikin û pêwîstiyên wan tespît kirin. Ji ber ku hingî zivistan bû, pêwîstiya sereke ya mirovan stargehek bû. Lewma me di bin navê 'mal û dilê xwe li malbatên mexdûr vekin' hewl dan ruhekî piştgiriyê bafirînin û em hinekî serketî jî bûn. Heman hewldan ji bo Cizîr û Silopiyayê jî hat kirin."

'ME BERSIV DAN PÊDIVIYÊN 80 HEZAR MALBATAN'

Ocaklik da zanîn, hema hema temamiya mirovên ji herêmên şer koç kirin, bêyî rahêjin tiştekî ji mala xwe derketine û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ji ber vê yekê, ji xwarin, kinc, pêdiviyên jin û zarokan bigirin heta eşyayên malê, pêwîstî bi her tiştî hebû. Weke Komeleya Piştgirî û Alîkariya Roja me hewl dan bersivê bidin pêdiviyên gelê xwe. Li gorî agahiyên gihaştine ber destê me, ji Sûr, Silopiya, Cizîr, Nisêbîn, Gever û herêmên mîna wan bi qasî 500 hezar mirovên me neçar man koç bikin. Di nava 6 mehan de me bersiv dan pêdiviyên 80 hezar malbatan."

'YEK JI PÊDIVIYÊN BINGEHÎN JÎ SARINC E'

Ocaklik ragihand, bi hatina mehên havînê re li navçeyên bûne xirbe, pêwîstî bi sarincê heye û got, "Di vê çarçoveyê de ji bo em ji 1101 malbatên li Cizîrê re sarincê peyda bikin me kampanya dan destpêkirin. Me heta niha ji 300 malbatan re sarinc peyda kirine. Her wiha 100 sarincên din ên me şandî, ji ber ku destûr nedan bên derbaskirin, negihaştin malbatan. Tevî hemû astengiyan jî em xebatên xwe didomînin."

BI HEZARAN MALBAT TEVLÎ KAMPANYA MALBATA XWIŞK-BIRA BÛN

Ocaklik işaret bi kampanya malbata xwişk-bira jî kir û got, "Di vê dema kampanya me de alîkariyeke mezin a hunermend, nivîskar, rewşenbîr û çapemeniya azad bû. Dengê me li qada navneteweyî hat bihîstin. Mînak; malbatek li Îngilîstanê bi saya kampanya me bi 3 malbatên li vir bû xwişk-bira. Û çend roj berê hat her sê malbat nas kir."

Ocaklik ragihand li Cizîrê 1000, li Silopiyayê 110, li Hezexê 300, li Şirnexê 310, li Sûrê jî 750 malbat bûn xwedî malbatên xwişk-bira û destnîşan kir, ku ev kampanya wan hê dewam dike.

MEHA REMEZANÊ MEHA REHMÊ, XWIŞK, BIRATÎ Û PIŞTGIRIYÊ YE

Ocaklik diyar kir, tevî hemû talan û hilweşînê jî gel li malên xwe, li xaka xwe vegeriya ye, lê xwedî derketiye û anî ziman, divê xwedî li vê sekna bi rûmet bê derketin. 

Ocaklik got, "Weke ku tê zanîn em di meha Remezanê ya ji bo cîhana Îslamê pîroz e, de ne. Girîngiya vê mehê ew e; meheke dilrehm e, xwişk, biratî û piştgiriyê ye. Bi wesîleya meha Remezanê bang li tevahiya alema Îslamê dikim; em zikat û fitreyên xwe bigihînin mirovên xwe yên li herêmê ku pêwîstiya wan pê heye."

...