MSD'ê ji ber xeteriya komkujiyan hişyarî da
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li dijî komkujiyên li herêma Şehbayê tên kirin, banga destekê kir.
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li dijî komkujiyên li herêma Şehbayê tên kirin, banga destekê kir.
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li ser xeteriya komkujiyên li herêma Şehbayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
"Operasyona Leşkerî ya ku Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji bo rizgarkirina Minbic û gundên derdora wê dane destpêkirin, bi serketî didome û beşek mezin ji mîsyona xwe pêk anî. Lê tişta ku li hemberî pêşketina vê operasyonê dibe asteng sûcên dij mirovahiyê ku çeteyên DAIŞ’ê li dijî sivîlan pêk tînin in. Li gorî raporên fermî çeteyan heta niha zêdetirî 900 kesên sivîl revandine. Lê tê zanîn ku hejmar ji vê yekê pir mezintir e. Her wiha kuştina kesên ku hatine revandin jî diyar dike ku kareseteke weke ya ku çeteyan berê bi armanca qirkirinê li herêmên Şengalê, Şehbayê û bi taybet li Til Hasil û Til Eranê pêk anîbûn, dîsa pêk bînin.
Desteya Serokatiyê ya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) rola Hêzên Sûriya Demokratîk a mirovî ya di paratsina sivîlan de û rizgarkirina herêmên Şehbayê de, girîng dinirxîne. Rizgarkirina herêmên Şehbayê ji çeteyên DAIŞ'ê ku li pêşiya çareseriya Sûriyê de dibin asteng jî xwedî girîngî û bandoreke mezin e.
Em van komkujiyên ku terorîstan li dijî sivîlan pêk anîn, şermezar dikin. Em bang li civaka navneteweyî û bi taybet Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê dikin ku destek bidin Hêzên Sûriya Demokratîk ên ji aliyê Koalîsyona Navneteweyî ve tên destekirin. Da ku pêşî li pêkanîn komkujiyan, bê girtin.
Em bang li Saziyên têkildar dikin ku alîkariyê ji bo koçberan jî pêşkêş bikin. Ew koçberên ku QSD'ê ew xilas kirin, niha hewcedariya wan bi alîkariyê heye.
Her wiha em bang li hemû rêxistin û saziyên hiqûqî û mafê mirovan, saziyên civaka sivîl ên Sûriyeyê, herêmê û cîhanê dikin ku ji bo bal kişandina li ser rewşa sivîlan û pêşîgirtina li pêkanîna komkujiyan li dijî pêkhateyên Sûriyeyê û bi taybet gelê kurd, dengê xwe derxin."