DBP: Em li hemberî faşîzmê berxwedanê mezin bikin

Di danezana encamê ya Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP'ê de hat ragihandin, li hemberî şer û faşîzma AKP li dijî gelê Kurd dimeşîne, divê berxwedan bê mezinkirin.

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), encamnameya civîna xwe ragihand.

Di danezanê de hat ragihandin, Tirkiye bi hişmendiya dewleta neteweyî li hemberî pêşketinên li Rojhilata Navîn û li hemberî aştî û demokrasiyê disekine û hat gotin: "Polîtîkaya derve ya AKP'ê wekî siyaseta dij kurd xwe dide nîşan. Dewleta AKP'ê ji bo kurd nebin xwediyê tiştekî di nava hemû hewldanan de ye. Wer bûye ku li gel çeteyên DAIŞ û El Nusrayê yên ku bûne belayê serê cîhanê cih digire."

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji ber polîtîkaya AKP û Serokomar Tayyîp Erdogan a li hemberî kurdan, Tirkiye di Rojhilata Navîn de ne alîgirê çareseriyê, aniye rewşeke parçeyekî pirsgirêkê û wiha hat gotin: "Ev krîza tê jiyîn ne demkî ye, wê bidome. Polîtîkaya şer a AKP'ê parçeyekî krîzê ye. Tirkiye li asta biryardayînê ye. Eger Tirkiye bi rêbazeke aştî û demokrasiyê tevbigere, wê xwe ji vê krîzê rizgar bike. Lê wer dixwiye ku AKP û Erdogan berevajiyê wê difikirin."

Di danezanê de bal hat kişandin ser şerê di çarçoveya "Plana Têkbirinê" de tê meşandin û hat gotin, "Di serî de li Sûr, Gever, Nisêbîn û Şirnexê gelê kurd li hemberî polîtîkaya şer a AKP'ê li ber xwe da. Di civîna me ya Desteya Rêveberiya Giştî de jî biryar hat girtin ku wê li hemberî şerê topyekûn ê AKP'ê bi berxwedaneke mezin bê dayîn."