Ji bo Licê banga mezin
Civîna Hevşaredaran a li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê destpê kir. Di civînê de hat ragihandin, li dijî operasyona ev 4 roj in Licê tê meşandin, ew ê biçin navçeyê.
Civîna Hevşaredaran a li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê destpê kir. Di civînê de hat ragihandin, li dijî operasyona ev 4 roj in Licê tê meşandin, ew ê biçin navçeyê.
Li hemberî zext, zordarî, girtinên li hemberî HDP, DBP û Şaredariyên DBP'yî, hewldana desteserkirina şaredariyan bi destê qeyûman, Hevşaredar li Salona Şano ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li hev civiyan. Li salona civînê alên DBP'ê û pankarta bi nivîsa "Em li Tirkiyeyê demokrasiyê, li Kurdistanê jî xweseriyê ava dikin" hatin daliqandin.
Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokên KCD'ê Leyla Guven û Hatîp Dîcle, Hevseroka DBP'ê Sebahat Tûncel, Hevseroka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê, rêveberên DBP-HDP ên bajar û navçeyan û endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP'ê beşdarî civînê bûn.
TÛNCEL: ÊRÎŞÎ VÎNA GEL DIKIN
Di axaftina destpêkê ya civînê de Tûncel got, "Li hemberî me zexteke bi rêk û pêk tê kirin. Hevalê me Hûrşît hînê winda ye û em agahiyê jê nagirin. Kesên pêwendiya xwe dewletê re hene gotin Hûrşît di destê wan de ye, lê piştre gotin, ew nizanin li ku ye. Di vê civîna xwe de em ê xebatên şaredariyan, rêveberiyên herêmê nîqaş bikin. Mesele ne bicihkirina qeyûm e, mesele ne tenê girtin e, mesele êrîşa li hemberî vîna gel e. Pêvajoya muzakereyê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve bi zor û zehmetiyê hat destpêkirin ji bo her kesî hêviyek bû. Di dema ku li welêt li ser aştiyê dihat axivîn de Serokwezîrê wê demê Erdogan rabû got, 'mase nîne, pêvajo nîne' û 'Plana Têkbirinê' xist meriyetê."
Tûncel binçavkirina 175 hevalên wan, girtina 21 hevşaredarên wan û zexta giran a 2 sal in li hemberî partiya wan tê kirin bibîr xist û got, "Ji bo dijminatiya li Kurdan belav bikin, komkujiyan dikin. Armanca wan tinekirina Kurdan e."
'EV GEL SERÎ NATEWÎNE'
Tûncel pêşniyar li Erdogan kir ku dîroka Rojhilata Navîn lêkolîn bike û got, "Bila bibîne bê ev gel çend hezar sal in li ber xwe dide. Vî gelî ti carî serî netewandiye, wê ji niha û pê ve jî serî netewîne. Eger ji wan heye ku wê me ji vê têkoşînê vegerînin, wê demê xeyalan dibînin. Me li hemberî her şêwe polîtîkayên şîdetê yên dewletê li ber xwe dan û xwe gihandin roja îro. Bila nebêjin 'em çi bixwazin em ê wê bikin, em ê qeyûm bi cih bikin'. Ew şaredarî şaredariyên gel in û berdêla wê mirin jî be em ê vîna gel biparêzin. Em ê vîna gel nexin nava lepên wan. Tu rabe ewilî hesab bide. Tu yê di destpêkê de hesabê kiryarên xwe bide. Çi zû çi dereng tu yê bê darizandin."
'BILA MORALÊ WE BILIND BE'
Tûncel da xuyakirin, ku ew ê berpirsyarên van kiryaran derxînin pêşberî dadgehê û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Têkoşîna me ji niha û pê ve destpê dike. Îro Licê, Farqîn, Hênê tên bombekirin. Gelê me ji malên xwe tê avêtin û polîtîkaya koçberiyê tê ferzkirin. Ez ji vê derê bang li hemû hevserokên me, hemû endamên meclîsê û gelê me dikim. Em xwedî li Licê, Farqînê derkevin. Em nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bidin. Eger ji wan heye ku bi xerakirina mala Kurdan dikarin serî li Kurdan bidin tewandin, hingî ew xwe dixapînin. Haya Kurdan ji her tiştî heye û wê ti tiştî ji nedîtî ve neyê. AKP hewl dide vî welatî parçe bike. Ji vê saetê û pê ve ji AKP'ê çareserî nayê. Bila hevalên me morala xwe xera nekin û bi serketinê bawer bin. Eger em bi hev re tevbigerin, serketin wê ya me be." Tûncel destnîşan kir, ku dem dema destpêkeke nû ya xurt e.
GUVEN: GEL WÊ NETERIKÎNE
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî ragihand, dewleta Tirk bi hezaran leşker li Licê civandiye û got, "Li şûna ku sûcdarên wê demê bên darizandin, îro radibin hewl didin li Licê komkujiyên nû bikin. Li hemberî vê rewşê, bêdengiya gelên Tirkiyeyê dewam dike. Mirov bi rengekî zindî li jêrzemînan hatin qetilkirin. Mesele xendek nîne, mesele statu ye."
Guven bibîr xist, ku li Cizîr, Gever, Sûrê tevî ku şer qediya jî qedexeyê dewam kir û got, "Mal, kolan xera kirin, şewitandin. Bi vî rengî xwestin gel ji bajêr derxînin. Lê wan hê gelê me nas nekirine. Vî gelî di salên 90'î de ev xak neterikand. Wê niha jî neterikîne."
BANGA JI BO LICÊ
Guven diyar kir ku ew ê destûrê nedin planên AKP’ê biçin serî û wiha pê de çû: "Ji wan heye dema ku qeyûm tayinî şaredariyan kirin wê bibin ên wan. Bila xizmeta wan serê wan bixwe, hewceyiya gelê me pê nîn e. Ji bo ku gelê me niha bêdeng e ji wan heye ku gel radest kirine, lê gelê me dizane wê kengî û çawa derkeve meydanê. Em tenê ji aliyekî ve li qeyûmê nanêrin. Ji vê saetê û şûn de ji bo ku wê qeyûmê bînin em ê neqilqilin û xebatên xwe kêm nekin. Berevajî em ê xebatên xwe zêdetir bikin û xizmetê ji bo gelê xwe bidomînin. Hevalên me bi kelecaniyekê xebatên xwe dikin û em jî vê dibînin. Em jî weke pêşengan çi bikeve ser milê me em ê texsîr nekin û di xizmetdayinê de nekevin tiraliyê. Qeyûm çi qasî girîng be jî rojeva me Licê ye û ji bo me ya girîng ev e. Dixwazin Licê ji mirovan xalî bikin, lê em ê destûra vê nedin. Em ê sibehê jî bi girseyî biçin Licê û heta ku ev bomberan rawestin em ê ji wir veneqetin."
KOÇYÎGÎT: ŞAREDARIYÊN XWÎŞK Û BIRA DIVÊ RABIN SER PIYAN
Hevberdevkê HDK’ê Gulîstan Kiliç diyar kir, desthilatdariya berdest çavnebariyê li hemû cihêtiyan dike û got, "Îro gelên Tirkiyê divê biryarê bidin." Koçyîgît anî ziman, "Îro yê ku winda bike wê ne tenê gelên Kurdistanê bin" û bi berdewamî got: "Desthilatdariya ku îro qeyûm tayinî şaredariya Amedê kirî, sibehî wê tayînî şaredariya Îzmîrê jî bike. Îro desthilatdariya ku wekîlên HDP’ê digire, sibehê di derizîneke biçûk de wê wekîlên CHP’ê jî û yên MHP’ê jî bigire. Hewl didin ku hemû nerazîbûnên gel biçewisînin. Îro di meseleya desteserkirina şaredariyên Kurdistanê de divê Şaredariya Stenbolê bike qîr û qiyamet. Şaredariyên ku xwişk û birayên şaredariyên me divê rabin ser piyan, dakevin kuçe û kolanan. Divê bibêjin, 'hûn çawa dikarin qeyûmê tayinî şaredariyên me yên xwişk û bira bikin?' Demekê me digot rêya Ewropayê di Amedê re diçe. Ne tenê rêya Amedê hemû rê di Amedê re diçin."