'Em ê bi hev re li dijî zextên desthilatdaran derkevin'
Hevseroka Cemiyet Rojnamevanên Azad (CRA) Nevîn Erdemîr, li hemberî binçavkirin û girtina xebatkarên çapemeniya azad bang li hemû hempîşeyên xwe kir, ku bibin yek û bi hev re li dijî van zextan derkevin.
ELÎF DOGAN
AMED
şemî, 25 pûşperê 2016, 07:06
Li ser fermana desthilatdariya AKP'ê, zext, binçavkirin, girtin û zordariya xebatkarên çapemeniya azad pê re rû bi rû dimînin, roj bi roj zêde dibin. Heta niha 45 rojnamevan, ji ber şopandina nûçeyê, ronîkirina rastiyan û eşkerekirina polîtîkayên qirêj ên desthilatdariya heyî, hatine girtin. Hevseroka Cemiyeta Rojnamevanên Azad (CRA) Nevîn Erdemîr kampanya bi dirûşma "Dest nede mafê min ê wergirtina nûçeyan", kar û xebatên xwe yên ji bo rojnameyên girtî ji ANF'ê re nirxand.
'DESTHILATDAR ÊRÎŞÎ XEBATKARÊN ÇAPEMENIYA AZAD DIKIN'
Erdemîr da xuyakirin, desthilatdarî bi salan e êrîşî xebatkarên çapemeniya azad dikin û bi dehan rojnamevan ji ber van zext û êrîşan niha li girtîgehê tên ragirtin. Erdemîr destnîşan kir, ev rojnamevan ji ber ku li gorî dilê desthilatdaran tevnegeriyan e, ji ber ku rojnamevanî kirine hatine girtin.
'DIVÊ EM LI DIJ DERKEVIN Û DENGÊ XWE BILIND BIKIN'
Erdemîr da zanîn, di bin navê rojên şahîdiyê de wan kampanya bi navê 'dest nede mafê min ê wergirtina nûçeyan' dane destpêkirin û anî ziman, li ber Edliyeya Amedê, tevî vê hefteyê ev 3 hefte ne şahiyê ji rojnamevantiya rojnamevanên hatine girtin dikin. Erdemîr got, "Ji ber ku em van zext û êrîşan qebûl nakin, me ev kampanya rojên şahîdiyê dane destpêkirin. Em ê hefteyeke din jî dewam bikin. Em bawer in wê hemû hempîşeyên me li dijî vê rewşê derkevin û dengê xwe bilindtir bikin."
'ROJNAMEVANÎ SÛC NÎNE'
Erdemîr da xuyakirin, ku rojnamevanî sûcek nîne û ew heta dawiyê vî pîşeyî diparêzin. Erdemîr destnîşan kir, yên li hemberî hemû zor û zehmetiyan nûçegihaniya rast dikin, didin dû rastiyan, ew rojnamevan in û weke cemiyetê ew parêzvanên vê yekê ne. Erdemîr got, "Beriya 6 mehan, dema li Silopiyayê piştî ragihandina xwerêveberiyê derketina derve hat qedexekirin, Nedîm Orûç ahtibû girtin û ew jî di nava 45 rojnamevanên girtî de bû. Hefteya derbasbûyî rûniştina doza wî pêk hat û di dawiya 6 mehan de bi kefaletê hat berdan. Halbûkî dihat zanîn ku ev kes rojnamevan e û tevî vê yekê jî hat cezakirin."
'JI BO NÛÇEGIHANIYA DILDAR Û ŞER, PROJEYÊN ME HENE'
Hevseroka Cemiyetê Nevîn Erdemîr ragihand, rojên wan ên şahîdiyê wê dewam bikin, her wiha wê çalakî û projeyên wan ên cuda jî hebin û ji bo karibin ji her deverê nûçe bê ragihandin ew ê dest bi nûçegihaniya bi dildarî bikin. Erdemîr got, "Piştî 9'ê Tîrmehê wê ji bo nûçegihaniya şer formeke me hebe. Bi hempîşeyên xwe yên li deverên cuda yên cîhanê nûçegihaniya şer dikin û rojnamevanên li Kurdistanê nûçegihaniya şer dikin, wê di formeke hevpar de li hev bicivin."
'EGER EM NEBIN YEK, WÊ ÊRÎŞÊN DESTHILATDARAN ZÊDETIR BIBIN'
Erdemîr li ser navê Cemiyeta Rojnamevanên Azad bang li hemû saziyên pîşeyî û xebatkarên çapemeniya azad kir, ku di roja îro de dengê xwe bikin yek û got, "Eger em îro bi hev re li dij dernekevin, wê êrîşên desthilatdaran zêdetir bibin."