Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên çalakiyên gerîlayan ên ku 23’yê Hezîranê li Zagrosan li dijî artêşa Tirk li dar xistine eşkere kir.
Li gor agahiyên HPG’ê, 23’yê Hezîranê artêşa Tirk li qûntarê Xazalkê yê li qada Sumbulê ku girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê û li xeta sînorê herêma Zagrosê ye, xwe bi cih kiriye. Heman rojê saet 07.00’an gerîlayan li hember leşkerên ku li ser gir di tevgerê de bûn çalakiya sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Heman rojê saet 13.45’an çalakiyek din a sabotajê li dar xistine û li vir 5 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. Leşker ku piştî çalakiyê ketin nav tevgerê jî bûn hedefa yekîneyek gerîlayan. Li vir jî 3 leşker hatin kuştin, 3 leşker birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, di van çalakiyan de bi giştî 12 leşker hatin kuştin, 8 leşker jî birîndar bûn.
‘ÇALAKÎ JI BO BÎRANÎNA ŞEHÎDÊN GEVERÊ HATIN LIDARXISTIN’
Di daxuyaniya HPG’ê de wiha hate gotin: “Ev çalakî ji bo bîranîna berxwedêrên ku li Geverê şehîd ketine hate lidarxistin. Piştî çalakiyê, balafirên şer gundê Bakê, qada Tasot, girê Kesirkê û eraziya Xemêzal bombe kirin. Her wiha qereqolan jî bi navber qada çalakiyê dan ber bomberdûmanê.”