Plana nû ya êrîşan a Qesrê ya li dijî Şaredariyên DBP'yî: Qeyûm
21 Hevşaredar hînê girtî ne û 8 jî ji ber biryara lêgerîna der heqê wan de hatiye derxistin, nikarin karê xwe bikin. 31 Hevşaredar jî ji wezîfeyê hatine dûrxistin.
21 Hevşaredar hînê girtî ne û 8 jî ji ber biryara lêgerîna der heqê wan de hatiye derxistin, nikarin karê xwe bikin. 31 Hevşaredar jî ji wezîfeyê hatine dûrxistin.
Yek ji hedefên destpêkê yên pêkanînên qirkirinê yên AKP/Qesrê Şaredariyên DBP'yî ye. 21 Hevşaredar hînê girtî ne û 8 jî ji ber biryara lêgerîna der heqê wan de hatiye derxistin, nikarin karê xwe bikin. 31 Hevşaredar jî ji wezîfeyê hatine dûrxistin.
Yek ji hedefên bingehîn ên pêla êrîşê ya hikûmeta Qesrê di çarçoveya biryara şer de li Kurdistanê da destpêkirin, Şaredariyên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ye. DBP li hemberî êrîşan li ber xwe dide û paş de gavê navêje. Plana nû ya êrîşan a li hemberî DBP'ê jî bicihkirina qeyûman li şaredariyan e.
Hêzên dewleta Tirk bi fermana Qesrê di havîna 2015'a de bi rengekî topyekûn êrîşî Kurdistanê kirin. Li hemberî vê êrîşa topyekûn, gel xwerêeberî ragihand û li ber xwe da. AKP/Qesrê piştre bi çekên giran ên tekolojiya herî dawî û bi deh hezaran polîs û leşkeran êrîş kir. Hedefeke din a AKP/Qesrê jî DBP bû, ku ji ragihandina xwerêveberiyê re pêşengî kir. DBP'ê di vê demê de li hemberî êrîşan li ber xwe da û paş de gav navêt. Gelek endamên wê hatin binçavkirin û girtin, 2 endamên wê hatin qetilkirin. Aliyekî din ê êrîşên li hemberî DBP'ê, êrîşa li dijî Şaredariyan bû. Di çarçoveya plana êrîşa topyekûn a li hemberî DBP'ê de, ku di Tebaxa 2015'an de ket meriyetê, bi dehan hevserokên şaredariyan hatin binçavkirin, girtin, bi dehan ji wezîfeyê hatin girtin û gelek hevşaredar ji ber biryara 'lêgerînê' nikarin karê xwe bikin. Êrîşên li hemberî şaredariyan ne tenê ev bûn. Tevî hevşaredaran, bi sedan endamên meclîsa şaredariyê û xebatkarên şaredariyê hatinb inçavkirin, girtin û ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Herî dawî Hevseroka Rêveberiyên herêmî ya DBP'ê Çîmen Işik hat girtin.
HEVSEROK HEDEF HATIN GIRTIN
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de ji havîna 2015'an û vir ve 36 hevşaredar hatine binçavkirin an jî girtin. 21 hevşaredar hînê girtî ne. 8 hevşaredar ji ber ku biryara 'lêgerînê' der heqê wan de heye, nikarin karê xwe bikin. 31 hevşaredar ji wezîfeyê hatine dûrxistin. Di operasyonan de heta niha 56 endamên meclîsa şaredariyê hatine binçavkirin an jî girtin. Ji van 38 endamên meclîsa şaredariyê girtî ne. 38 jî ji wezîfeyê hatine dûrxistin. 7 endamên meclîsa şaredariyê yên der heqê wan de biryara 'lêgerînê' hatiye derxistin, ji ber vê biryarê nikarin karê xwe bikin.
Operasyonan xwe gihandin personelên şaredariyê jî. Heta niha bi dehan personel hatine binçavkirin, ji van 15 hatine girtin. Li şaredariya Şirnexê 10, li şaredariyên Colemêrg, Îdir û Agiriyê jî 1, li Wanê 2 personel hatine girtin.
ŞAREDARIYÊN 4 BAJARAN BÛN HEDEFA ÊRÎŞAN
Di nava şaredariyên hevserokên wan ji wezîfeyê hatine dûrxistin de bajarên Şirnex, Colemêrg, Wan û îdirê jî hene. Hevşaredarên Colemêrgê hatin girtin û ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Hevşaredarên Êlihê û Hevşaredara Îdirê piştî binçavkirinê hatin berdan, lê belê ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Her wiha ji ber ku de heqê Hevşaredara Şirnexê de biryara 'girtinê' heye, nikare karê xwe bike. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya jî di vê demê de ceza xwar.
ÊRÎŞÊN HERÎ GIRAN LI HERÊMA SERHEDÊ HATIN KIRIN
Ji herêmên herî zêde dibin hedefa êrîşan, Şaredariyên Herêma Serhedê serkêşiyê dike, ku di hilbijartina dawî de AKP li bin erdê xistin. Di operasyonên li hemberî şaredariyên Serhedê de, ku bi taybetî li Wanê tên meşandin, heta niha 20 hevşaredarên bajar û navçeyan ên DBP'yî, endamên meclîsa şaredariyê û personel hatine binçavkirin, girtin û ji wezîfeyê hatine dûrxistin.
JIN DÎSA HEDEF IN
Hedefgirtina endamên jin û hevşaredarên jin ên şaredariyan, balê dikişîne. Di operasyonên heta niha de tevî Hevşaredara Colemêrgê Dîlek Hatîpoglû, 12 hevşaredarên jin hatin girtin. 17 hevşaredarên jin ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Li hemberî 5 hevşaredarên jin de biryara lêgerînê hat derxistin. Di operasyonan de 11 endamên jin ên meclîsa şaredariyê hatin girtin, 17 ji wezîfeyê hatin dûrxistin û li yekê jî digerin.
Herî dawî Hevseroka Rêveberiyên Herêmî ya DBP'ê Çîmen Işik û 3 hevalên wê yên jin ên endamên DBP'ê hatin girtin. di êrîşên li hemberî DBP'ê de endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Sêvê Demîr hatibû qetilkirin.
HEMLEYA QEYÛM A QESRÊ BI KÊR NAYÊ
Hikûmeta AKP'ê ya ser bi Qesrê ve, tevî van hemû êrîş û zextên xwe nikarîbû bi berxwedana DBP'ê. Li ser vê yekê amadekariyan dike ku qeyûman wezîfedar bike. Li hemberî vê hewldana hikûmeta AKP'ê û Qesrê, helwesta gel zelal e. Gelê Kurdistanê destnîşan dike ku bi ti awayî qeyûman nas nake û ew ê nehêlin qeyûm li Kurdistanê bijîn. Herî dawî endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir, ew ê qeyûmên li şûna vîna gel werin bicihkirin, hedef bigirin. AKP a ku li Kurdistanê xwe li pişt bendên ji beton û qereqolan veşartiye, nepêkan e ku bi qeyûman şaredariyên ji vîna gel bi rê ve bibe.