Xizmên Windayan li aqûbeta Kulter û Barut pirsîn

Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan vê hefteyê jî li edaletê geriyan. Di çalakliya vê hefteyê de li aqûbeta Hûrşît Kulter hat pirsîn û daxwaza cezakirina kiryarên qetilkirina Hamet Barût kirin.

Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê, her hefte bi dirûşma "Bila kujer bên darizandin winda bên dîtin" li Parka Koşuyoluyê çalakî li dardixin. Di hefteya 385'an de welatî li hev civiyan û hat xwestin aqûbeta windayan bê eşkerekirin. Di çalakiya vê hefteyê de kujerên welatiyê bi navê Hamet Barût ê di sala 1994'an de li gundê Gomak a Pasûra Amedê hat binçavkirin û piştî hefteyekî hat înfazkirin hat pirsîn û hat xwestin kujer bên darizandin.

HÛRŞÎT KULTER 30 ROJ IN WINDA YE

Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD'a Amedê Adnan Orhan diyar kir ku ji bo kujer bên dîtin ew têkoşîna xwe didomînin, lê li hemberî vê kujer bê ceza hatine hiştin. 

Orhan li ser windakirina Hûrşît Kulter jî rawestiya û da zanîn ku ev 30 roj in ti agahî jê nayê girtin û heta niha der barê aqûbeta wî de dewletê ti daxuyanî neda ye.

DI LAŞÊ WÎ DE BI DEHAN GULE DERKETIN

Orhan eşkere kir ku Hamet Barût di sala 1994'an de li gundê Gomak a navçeya Pasûrê ya Amedê ji hêla leşkeran ve hatiye binçavkirin û piştî hefteyekî li derveyî gund hatiye înfazkirin. Orhan da zanîn di laşê Barût de 32 gule hatine derxistin û hat xwestin kujer bên darizandin.

Piştî axaftinan ji bo hemû windayan, 5 deqe çalakiya rûniştinê hat li darxisitn.