‘Li Mêrdînê fermandarê qereqolê, li Semsûrê jî 5 leşker hatin kuştin’

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî rêzeçalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê yên li Şirnex, Mêrdîn, Agirî û Semsûrê agahî parve kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên hêzên gerîlayan ev agahî parve kirin:

“23’yê Hezîranê  saet 14.00’an hêzên me yên YJA Starê li dijî artêşa TC a ku xwe li derdora girê Şehîd Kendal ê li navçeya Qileban a Şirnexê bi cih kiribûn, bi hewanan çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin. Piştî çalakiyê, artêşa TC girê Şehîd Rênas û Deriyê Dawetiya da ber obus û hewanan.

LI ŞIRNEXÊ ÇALAKÎ

24’ê Hezîranê saet 18.00’an dema artêşa Tc li girê Şehîdan ê girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê çeper dikolan, hêzên me çalakiya sûîqestê li dar xistin û leşkerek hate kuştin.

LI GABARÊ OPERASYON

23’yê Hezîranê artêşa TC bi piştgiriya cerdevanan ve li derdora çiyayê Gabarê li qada Mişarê operasyonek daye destpêkirin. Her ku têkîldarî operasyonê agahiyên hatin berhevkirin wê bi raya giştî re bê parvekirin.”

Agahiyên din ên ji aliyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê hatin weşandin wiha ne:

LI COLEMÊRGÊ ÇALAKÎ: LEŞKEREK HATE KUŞTIN

24’ê Hezîranê saet 17.00’an hêzên me li dijî leşkerên ku li qirika Masîro ya girêdayî qada Şemzînan a Colemêrgê kom bibûn, çalakiyek sûîqestê li dar xistin û leşkerek hate kuştin.

LI MÊRDÎNÊ BERBAZEK Û ÇAWÎŞEKÎ PISPOR HATIN KUŞTIN

23-24’ê Hezîranê yekîneyek gerîlayên me li derdora gundê Kizilayşan a girêdayî navçeya Dêrikê ya Mêrdînê di nav tevgerê de bû. 24’ê Hezîranê saet 05.30’an li derdora maleke li derveyî gund bi artêşa Tirk re şer kiriye. Di vî şerî de ku çawîşekî pispor û berbazek hatin kuştin, çeka Melez, çekek G-3 û tabancayek Yavûz ji ser leşkerên payebilind hatin rakirin. Piştî yekîneya gerîla ji herêmê dûr ket, artêşa TC li vê qadê operasyonek daye destpêkirin. Hate ragihandin ku berbazê hatiye kuştin fermandarê qereqola Şavalet e.

LI AGIRIYÊ ÇALAKIYA GERÎLA

23’yê Hezîranê li qada Gilîdag a Agiriyê, li eraziya gundê Înegê ya girêdayî Bazîdê, yekîneyek leşkerên ku xwe veşartibûn ji aliyê gerîlayan hatin kontrolkirin. Danê êvarî saet 18.40’an, hêzên gerîlayan bi çekên ferdî û navîn li van leşkeran dane. Qasî hate zelalkirin leşkerek hate kuştin, yek jî birîndar bûye.

Ev çalakî ji bo hevalên Rustem û Destan ên li Tendurekê şehîd ketine hate lidarxistin.

LI SEMSÛRÊ 5 LEŞKER HATIN KUŞTIN

24’ê Hezîranê saet 16.00’an mabeyna gundê Girik û Koma Mîra yên girêdayî navenda Semsûrê, yekîneyek gerîlayên me li dijî wesayîtek leşkerî çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiyê de 5 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê, li qadê operasyonek giştî hatiye destpêkirin.”

LI DIJÎ QADÊN GERÎLA ÊRÎŞ

Di dawiya daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de têkîldarî êrîşên li dijî qadên gerîla ev agahî hatin parvekirin:

“24’ê Hezîranê saet 22.00-22.30’an balafirên şer ên artêşa TC, mintiqa Kanî Qirêj û qûntarên Şekîf ên girêdayî herêma Xakûrkê ya Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê bombe kirine.”