"Gelê Kobanê bersivek dîrokî da. Dema ku Kobanê rizgar bû, gelê Kobanê ne weke yên din ciwanên xwe derbasî Ewropa û cihên din kir. Malbat hemû tevî ciwanên xwe vegeriyan Kobanê. Mal û milkê wan çû lê ji bo wan ev ne xem bû."
ANF
BEHDÎNAN
şemî, 25 pûşperê 2016, 10:16
Berdevka Dîwana Edaletê ya KCK'ê Rêvan Kobanê, bi munesebeta yekemîn salvegera komkujiya Kobanê ya di 25'ê Hezîrana sala 2015'an de ji aliyê çeteyên DAIŞ ve hat kirin, ji ajansa me re axivî.
Rêvan Kobanê di despêkê de şehîdên Kobanê, Minbic û yên berxwedana Xweseriya Demokratîk ên li Bakurê Kurdistanê bibîr anî. Kobanê bal kişand ser armanca pêk anîna komkujiya Kobanê û diyar kir, komkujî bi hevkariya dewleta Tirk, hikûmeta AKP'ê û hêzên hevkar pêk hatiye.
'BERHEMA KEDA 19 SALAN A RÊBER APO'
Kobanê ev nirxandin kir: "Ev komkujî bi hevkariya dewleta Tirk pêk hat. Berê jî di deriyê sînor ê Mûrşîtpinarê de hewldanek wan wisa çêbibû. Planên pir cuda yên AKP'ê hebûn. Bi taybetî di hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an de gelê Kurd encamek pir serketî dest xist. Dîsa di navbera 15-17'ê Hezîranê de rizgarkirina Girê Sipî ev jî ji bo kurdan destketiya duyem bû. Her wiha rizgarkirina Kobanê û bi vê ve gihaştina hev ya her du kantonan, sîstema xwerêveberiyê hat rûniştandin. Li hemberî vê yekê, çevnebariya dijminê me, hêzên ku sed sal e dijberiya Kurdan dikin, bi hêzên deshilatdar û yên hevkar ve DAIŞ xurt kirin. Bi derfetên madî alîkar dan wan û sînorên xwe ji wan re vekirin. Bi xeyalê ku destketiyên Kurdan têk bibin roja 25'ê Hezîranê êrîşek bi vî awayî pêk anîn. Ji Reqqa heta Mûsilê rê ji wan re vekirin. Di vir de armancên wan ên siyasî hebûn û ji bo vê armanca xwe pêk bînin hemleya xwe ya leşkerî xistin dewrê. Armanca wan a duyem jî ev bû, ku hêzek şoreşgerî li ku derê radibe, li hember vê ew jî hemleya leşkerî pêk bînin. Bi vî awayî dixwazin gel û hêzên leşkerî ji hev qut bikin. Xwestin vê bêjin; 'eger YPG û YPJ ne li Kobanê de bin, em jî dest nadin wê'. Bi vê şêwazê xwestin armanca xwe pêk bînin. Lê gelê Kobanê ji ber pêngava destpêkirina şoreşa PKK'ê û derbasbûna Rêber Apo ya Kobanê, bi rêya Kobanê re, hemû Rojava ji şoreşa têkoşîna azadiyê re vekir. Bi hemû derfetên xwe yên madî û manewî bi dil û can deriyê xwe ji bo têkoşîna azadiya gelê kurd vekir. Rêber Apo li vir 19 salan ji bo vî gelî kedek mezin da. Dîsa li hember paşverûtiya civakê Rêber Apo têkoşînek mezin da. Qedir û qîmetek mezin da gel. Bi vê şêwazê rêya felsefe û îdeolojiyek mezin ji bo vî gelî hat vekirin. Li ser hêza wan Rêber Apo ev pêş xist. Wan jî ev hêz ji nedîtî ve nehatin."
'XEYALÊN ERDOGAN ÊN PLANGERIYÊN QIRÊJ TÊK ÇÛN'
Di dewamiya axaftina xwe de Rêvan Kobanê dibêje; "Hêzên paşverû wisa fikirîn ku gelê Kurd wek berê gelekî nezan e û wê bikaribin bigihêjin encamê. Lê ev li wan zîvirî. Sozên ku Erdogan dabû wan jî têk çû. Xeyalên Erdogan ên plangeriyên qirêj jî têk çûn. Vê yekê di nava AKP'ê de rê li ber şikestinekê vekir."
Kobanê da zanîn, ku Erdogan û AKP êdî di asta navneteweyî de jî deşîfre bûne û bal kişand ser neh xalên ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatin destnîşankirin. Kobanê axaftina xwe wiha dewam kir: "Gelê Kurd ne gelê berê ye. Gelê kurd hêza xwe ya zanistî bi pêş dixe, bi taybetî bi sîstema xwe ya navxweyî li ser esasê 9 xalên ku Rêber Apo ku li ser esasê neteweya demokratîk pêş xistiye, rêveberiyên xwe ava dike, meclîsê xwe ava dike, saziyê xwe ava dike, xwe dike hêz. Bi taybetî jî bi têkoşîna xwe, bi şerê xwe yê şoreşgerî mirov dikare bêje ku gihiştiye astekê."
'KOBANÊ BERSIVEKE DÎROKÎ DA'
Kobanê bal kişand ser rola neyînî ya hevkarên Kurd a di dîroka gelê Kurd de û got, "Çawa ku di sala 1977'an de bi destê Stêrka Sor Hakî Karer bi komployê hat şehît xistin. Îro jî bi hevkariya Kurdên hevkar, bi hêzek piştperdê, bi destê ENKS'ê dixwazin li Helebê zêdegaviyek bi vî rengî pêk bîne. Dîsa li Efrînê dixwaze êrîşek bi vî rengî bike. Ji xwe li Kobanê li bin ket. Wan li Kobanê li hember însanên me yên bêçek ev komkujî pêk anîn. Gelekî xwedî maf û li ser esasî mafê xwe têdikoşiya. Her wiha mirov dikare vê jî bêje; piştî ku Kobanê hat rizgarkirin, ew wisa fikirîn ku wê wek kampên afatê hatine çêkirin, ciwanên wan ji bo ENKS'ê hemî asîmîle bike, bi çek bike û careke din vegerîne Kobanê. Lê belê gelê Kobanê bersivek dîrokî da. Dema ku Kobanê rizgar bû, gelê Kobanê ne weke yên din ciwanên xwe derbasî Ewropa û cihên din kir. Malbat hemû tevî ciwanên xwe re vegeriyan Kobanê. Mal û milkê wan çû lê ji bo wan ev ne xem bû. Ji ber ku ew gihiştin asta zanistê, êdî îdeolojiya ku em tê de kûr bûne, fikra ku em tê de kûr bûne û hêza ku me girtiye li şûna wê ti tiştek nagire."
Di dawiya axaftina xwe de Kobanê destnîşan kir, ku êdî gelê Kurd ji hemû cîhanê re hêz û hebûna xwe îspat kiriye.