Şer li derdora Minbicê giran e
Pêngava Fermandar Feysel Ebû Leyla ya ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatiye destpêkirin, di roja 25. de ye.
Pêngava Fermandar Feysel Ebû Leyla ya ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatiye destpêkirin, di roja 25. de ye.
Li xaçerêya El Şerîa ya li rojavayê Minbicê, ji duh bi şev û vir ve di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyan de şerekî dijwar diqewime. Di vî şerî de, dibistana Şerîa ji çeteyan hat paqijkirin.
Bi tenê 50 metre man e ku şervan xwe bigihînin xaçerêya Şerîa. Di vî şerê de gelek çete ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatin kuştin.
Hejmara zelal a çeteyên hatine kuştin, ji ber dewamiya vî şerê giran nehatiye tespîtkirin.
Li aliyê din, li başûrê Minbicê jî şerekî giran diqewime. Balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî, 2 caran bombe li herêmên çete lê bi cih bûne barandin. Tê texmînkirin, yek ji bomberdûmanan li hemberî depoyeke cebilxaneyên çeteyan hatiye kirin.
Balafirên şer ên koalîsyonê di nava rojê de êrîş birin ser hin nuqteyên çeteyên DAIŞ'ê.
EMBARA GENIM JI ÇETEYAN HAT PAQIJKIRIN
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, embara genim a li başûrê Minbicê jî ji çeteyan paqij kirin. Şervan li vê herêmê jî bi pêş de diçin.
Duh saet di 15:30 de, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, li başûrê Minbicê operasyonek dan destpêkirin.
Li vê herêma ku şerekî giran lê diqewime, embara genim a xwedî girîngiyeke stratejîk e ji aliyê şervanan ve hat rizgarkirin. Bi paqijkirina enbara genim re, ji aliyê başûr ve bi tenê 2 kîlometre man e şervan xwe bigihînin navenda bajêr.
Wekî din, li aliyên rojhilat û rojavayê bajêr jî di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime.