KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Cenazeyên 14 şervanan li Kobanê hatin veşartin
Cenazeyên 14 têkoşerên azadiyê yên li herêma Bendava Tişrînê û Operasyona Rizgarkirina Minbicê jiyana xwe ji dest dan, li Goristana Şehîd Dîcle ya Kantona Kobanê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin. -
Rapora otopsiya 12 HPG'yiyên li Wanê hatin înfazkirin bi dest nakeve
Rapora otopsiya destpêkê ya 12 gerîlayên HPG'ê yên li Wanê hatin înfazkirin, tevî ku demeke dirêj di ser re bihuriye jî, bi dest nakeve. -
'Em ê xwe li dijî AKP/Qesrê bi rêxistin bikin û bersivê bidin'
Hevşaredarê Sêrtê yê DBP'yî Tûncer Bakirhan da xuyakirin, ku li dijî polîtîkayên qirêj ên AKP/Qesrê yên li hemberî şaredariyê wan, ew ê bi gel re xwe bi rêxistin bikin û bersivê bidin van polîtîkayan. -
'Bi pêşengiya ciwanên Kurd dîrokeke nû hat afirandin'
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan, berxwedana li bajarên Kurdistanê weke 'şerekî neteweyî' bi nav kir û diyar kir, bi pêşengiya ciwanên Kurd dîrokeke nû hat afirandin. -
Li Elkê li hember wesayîta polîsan çalakî: Herî kêm 3 birîndar hene
Li navçeya Elkê ya Şirnexê di encama çalakiya çekdarî ya li hember wesayîta polîsan a ku dewriye digeriya de herî kêm 3 polîs birîndar bûn. -
Balafirên şer ên Tirk bejahiya Şemzînanê bombe kirin
Balafirên şer ên Tirk di saetên şevê de bejahiya navçeya Şemzînan a Colemêrgê bombe kirin. -
Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Cizîrê Oruç hate girtin
Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Cizîrê Oruç, piştî ku danê sibehê bi ser mala wê de hate girtin û hate binçavkirin, birin dadgehê û girtin. -
Li Minbicê wesayîtek bombebarkirî hate teqandin
Operasyona rizgarkirina Minbicê didome, hate ragihandin ku îro ber bi danê êvarî li ser rêya Bazarê wesayîtek bombebarkirî hate teqandin. -
Davût Kûrt ê YPS’î bi merasîmeke girseyî hate veşartin
Endamê YPS’ê Davût Kûrt, bi merasîmeke ku bi tevlîbûna bi hezaran kesî, ber bi rêwitiya dawî ve hate oxirkirin. -
Tuncel: Dawiya wan nêzîk bûye; têkoşînê mezin bikin
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Tûncel, diyar kir ku dawiya AKP/Qesrê hatiye, banga mezinkirina têkoşînê kir. -
Balafirên şer ên artêşa Tirk Licê bombe dikin
Balafirên şer ên Tirk ji saet 16:00’an ve navçeya Licê ya Amedê bi dijwarî bombe dikin. -
Êrîşên berfireh ên çeteyên DAÎŞ’ê wiha hatin şikandin
Çeteyên DAÎŞ’ê ji xeta Cerablûs, Bab û Meskenê, ji gundê Erîma ta bi Çemê Ferat êrîşên berfireh anî. Meclîsa Leşkerî ya Minbiçê û şervanên QSD’ê bersiv dan van êrîşan û 142 çete kuştin. -
Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyên bi Bakurê Kurdistanê re didomîne
Alîkariyên Heyva Sor a Kurdistanê ji bo deverên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine wêrankirin dewam dike. -
MSD: Divê NY qetlîamên dewleta Tirk bipirse
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), diyar kir ku dewleta Tirk li sînorê bakur ê Îdlibê gelê sivîl qetil kiriye, di vê mijarê de banga liv û tevgerê li Neteweyên Yekbûyî kir. -
Parlamenterê Goran: PDK dixwaze destlênedana parlamenteran rake
Parlamenterê Tevgera Goran Fayîq Mistefa têkîldarî rewşa siyasî ya li Başûrê Kurdistanê ji Rojnewsê re axivî, got: “PDK’e dixwaze destlênedana parlamenteran rake.” -
Çeteyên DAIŞ’ê, 6 gundiyên ku li ber xwe didan qetil kir
Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser herêma Şehbayê dewam dikin. Çeteyên ku jinan direvînin, li vir 6 ji gundiyên ku li ber xwe dan qetil kirin. -
Li Şirnexê êrîşên qirkirinê didomin
Êrîşên qirkirinê yên çeteyên AKP/Qesrê li Şirnexê didomin. -
Çalakiyên gerîlayan bênavber didomin
Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Star ên li Agirî, Wan, Şirnex û Colemêrgê de gelek leşker hatin kuştin. -
KCK: Divê gelê me xwedî li şaredariyên xwe derkeve
KCK’ê li hember hedefkirina şaredariyên DBP’î bertek nîşan da, banga xwedîderketina şaredariyan li gel kir. KCK’ê ev peyam da: “Wext e ku li dijî faşîzmê em xwe di asta herî bilind de bi rêxistin bikin.” -
Li Erdexan û Wanê 4 kes hatin girtin, kesek hat binçavkirin
Li Erdexan û Wanê, di operasyonên qirkirina siyasî de 4 kes hatin girtin, kesek jî hat binçavkirin. -
Şoreşgerên Arfadê tevlî nava refên QSD'ê bûn
Tabûra Şoreşgerên Arfadê tevlî nava refên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bû. Fermandarê Tabûrê Hesen diyar kir, ew ewlekariya herêmê û projeya xweseriya demokratîk gelekî girîng dibînin. -
Cerdevanên li Wanê: Dixwazin Kurdan bi destê Kurdan qetil bikin
Krîza nobedê ya navbera cerdevanan û yekîneyên leşkerî mezin dibe. Tê gotin, piştî îstifaya 18 cerdevanên li navçeya Wan Ebexê, dibe ku îstifayên nû bên kirin. -
Balafirên şer ên Tirk careke din bombe li Zergelê barandin
Balafirên şer ên Tirk duh êvarê bombe li gundê Zergelê yê Qendîlê barandin, ku di 1'ê Tebaxa 2015'an de komkujî lê kiribûn. -
30 fezlekeyên têkildarî HDP'yiyan, li Serdozgeriya Komarê ya Amedê ne
Pêvajoya 'darbeya destnedanê' bi lez û bez bi rê ve diçe. 30 fezlekeyên li hemberî wekîlên HDP'yî hatin amadekirin, ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re hatin şandin. -
Balafirên şer ên Tirk bombeyan li Zapê dibarînin
Balafirên şer ên Tirk, bombeyan li herêma Zapê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê dibarînin.