KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: 142 çete hatin kuştin
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê da xuyakirin, ku çeteyên DAIŞ'ê ji bo şikandina dorpêçiya li ser Minbicê ji sê aliyan ve êrîş kirin û di encama bexwedana şervanan de ev êrîş hat şikandin, 142 çete jî hatin kuştin. -
'Azadiya Rêberê me azadiya me ye'
Dayikên Aştiyê yên li Amedê nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan û diyar kirin, heta Rêberê wan azad bibe ew ê li ser şopa wî bin." -
'Rewşa Awarte' ya li Amedê hat berfirehkirin
Li 25 gundên ser bi navçeyên Amed Licê, Hênê, Hezro, Pasûr û Farqînê derketina derve hat "qedexe"kirin. -
Xebatên Meclîsa Siyasî ya Minbicê dewam dikin
Meclîsa Siyasî ya Minbicê, li herêmên hatine rizgarkirin civînên gel lidar dixe. Hevserok û endamên Meclîsê di vê çarçoveyê de bi berdevkên 37 gundan re rûniştin. -
Rojînda: Gerîlayeke ciwan a di rûyê li ken de veşartî
Rojînda, hêviya jiyaneke nû... Rojînda gerîlaya ciwan a bi dilê xwe mizgîniya roja nû dide... Û Rojînda jineke bi berpirsyariya mirovbûnê radibe. -
Balafirên şer ên Tirk Qendîlê bombe dikin
Balafirên şer ên Tirk herêma Qendîl a ku girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe dikin. -
Bejahiya Hênê û Licê ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hate bombekirin
Piştî li navçeyaên Hênê, Licê û Karaz ên Amedê qedexeya kolanan hate îlankirin, balafirên şer dest bi bombekirinê kirin. -
Ji bo mala şînê ya ji bo Şehîd Serbest Zagros ziyareta girseyî
PYD, Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê, Rêxistina Bajarê Hewlêrê ya Tevgera Azadî bi awayekî girseyî çûn sersaxiya şervanê YPG’ê Serbest Zagros ê ku li Rojava şehîd ketibû. -
Li Minbicê êrîşa çeteyan hate pûçkirin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê 2`yemîn êrîşa mezin a çeteyên DAIŞ`ê ku hewl dan dorpêça li ser çeteyên di Minbicê de rakin, şikandin. -
YRK’ê nasnameya 4 gerîlayên li Serdeştê jiyana xwe ji dest dan eşkere kir
Yêkineyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK), nasnameyên 4 gerîlayên xwe yên li Serdeştê bi komployekê ve hatin qetilkirin eşkere kir. -
Hêzên Erka Xweparastinê derbên giran li çeteyan xistin
Di operasyona li hember Bakurê Reqayê de çeteyan êrîşî çeperên Erka Xweparastinê kirin. Erkdarên Erka Xweparastinê derbên giran li çeteyan dan, 8 çete hatin kuştin, wesayîtek û gelek cebilxane desteser kirin. -
Li Şêx Meqsûdê êrîşên çetayan
Komên çeteyên ku AKP’e piştgiriyê dike ji duh şev ve Taxa Şêx Meqsûd a Helebê bombe dikin. Di êrîşan de welatiyek sivîl jiyana xwe ji dest da. -
Goç-Der: Milyonek welatî bi zorê dan koçkirin; em piştgiriyê bikin
Goç-Derê encama komxebata xwe ya bi navê "Em koçberiya bi zorî careke din bifikirin" eşkere kir. Hevserokê Goç-Derê Yilmaz Kan got ku bi êrîşên dawî re milyonek welatî bi zorê ji warên wan hatin koçkirin. -
TEV-DEM’ê ji bo Şehbayê bang li QSD'ê û koalîsyona navdewletî kir
Tevgera Civaka Demorkatîk (TEV-DEM) li hemberî rewşa herêmên Şehbayê hişyarî da û destnîşan kir, ku QSD tavilê bikeve tevgerê û rê li pêşiya komkujiyên çeteyan bigire. -
YPG: 3 çete hatin kuştin; artêşa tirk êrîşên xwe didomîne
YPG'ê eşkere kir ku 3 çeteyên êrîş birin ser Helebê hatine kuştin. Herwiha diyar kir, ku artêşa tirk êrîşên xwe didomîne. -
Li Dersîm, Colemêrg û Zagrosê çalakiyên gerîla
Gerîlayên HPG/YJA Starê li Dersîm, Colemêrg û Zagrosê çalakî lidar xistin. Di encama van çalakiyan de 2 leşker hatin kuştin. -
Tûncel: Em ê nehêlin şaredariyên me bên desteserkirin
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Tûncel diyar kir, ew ê nehêlin bi rêya qeyûm şaredariyên wan bên desteserkirin û banga berxwedanê kir. -
18 cerdevanên nexwestin biçin nobeda li Tendurekê, çeka dewletê danîn
18 cerdevanên li gundê Avesor ê ser bi navçeya Wan Ebexê, ne xwestin li Çiyayê Tendurekê nobedê bigirin û çeka dewletê danîn. -
Gundê Xerîcê yê Minbicê hat rizgarkirin
Gundê Xerîcê yê 800 metre li rojavayê Minbicê ye, ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin. -
'Ocalan ji bo çareseriyê şens û firsendeke mezin e'
Serokê Baroya Rihayê Hîkmet Delebe diyar kir, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di rêya çareserî û muzakereyê de ji bo aliyan, şens û firsendeke mezin e. -
Meclîsa Siyasî ya Minbicê dest bi karê rêxistinbûnê kir
Li herêmên Minbicê yên ji çeteyên DAIŞ'ê hatine paqijkirin, tevî operasyona rizgarkirinê Meclîsa Siyasî ya Minbicê jî xebatên xwe yên rêxistinbûnê dimeşîne. Ev karê meclîsê ji aliyê gel ve bi baldarî tê şopandin. -
Berdevkê YBŞ'ê: Li geliyê Şîlo tenê hêzên me hene
Berdevkê YBŞ'ê Xebat Şengalî ragihand, ji derveyî hêzên wan ti hêz li Geliyê Şîlo nîne û tekane hêza ku bi bêderfetî li hemberî çeteyan şer dike û DAIŞ’ê dişikîne tenê YBŞ’e ye. -
Govendê: Rêwîtiya jiyaneke azad
Li Govendê ya me par ziyaret kir, jiyaneke ku em pê nizanin, me nedîtine tê avakirin. Çîrokeke eşqê ya dawî ye Govendê. Tevî êş û azarên xwe, hêvî û aramî ye. -
Ji bo Rojava ya bi sed hezaran penaber hewandî ye, alîkarî nîne
Bi sed hezaran mirovên ji şerê li Sûriyeyê û hovîtiya DAIŞ'ê reviyan e, xwe li Rojava girtine. Rojava hewl dide bi derfetên xwe vî barî rake. -
YPG: Êrîşên çeteyan didomin, 14 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya li hember Şêx Meqsûd, herêmên Kobanê û Şedadê dewam dikin, bi bersivên xurt ên şervanên YPG’ê ve 14 çete hatin kuştin.