Tûncel: Em ê nehêlin şaredariyên me bên desteserkirin

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Tûncel diyar kir, ew ê nehêlin bi rêya qeyûm şaredariyên wan bên desteserkirin û banga berxwedanê kir.

Li Buroya Şêwirmendiyê ya Navenda Giştî ya DBP'ê ya li Amedê, têkildarî fermana Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan a li ser wezîfedarkirina qeyûman li şaredariyên DBP'yî, civîneke çapemeniyê hat lidarxistin.

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, Hevserokê Yekîtiya Şaredariyên Demokratîk Tûncer Bakirhan, Alîkara hevserokan a ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar Emîne Ozmen beşdarî civînê bûn.

Tûncel diyar kir, AKP bi rêk û pêk şîdetê li DBP'ê dike, gelek hevşaredarên wan girtiye û mafê jiyanê yê gelek hevalên wan binpê kiriye. Tûncel bibîr xist, 2 endamên meclîsa partiya wan hatine qetilkirin û haya wan hê ji rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hûrşît Kulter nîne. Hevserok Tûncel got, Waliyê Tirk ê li Şirnexê û Wezîrê Karên Hundir ê Tirk li ser mijarê hê ti agahî nedane.

'BILA LI STENBOL Û ENQEREYÊ LI NELIRÊTIYÊ BIGERIN'

Tûncel di dewama axaftina xwe de got, "Şaredariyên bajarên Kurdistanê yên ji aliyê partiyên sîstemê ve bi salan hatin birêvebirin, ti xizmet ji gel re nekirin. Di serî de Şaredariya me ya li Amedê hemû şaredariyên me projeyên girîng çêkirin û bi cih anîn. Ji ber van destketiyan AKP û Erdogan zextê li me dikin. Li her cihî, şaredariyên me hedef digirin. Her carê radibin dibêjin 'me ewqas pere ji wan re şand, çi bi van pereyan dikin?' Bi vî pereyî xizmet ji gelê me re tê kirin. Ev salek e mufetîş ji şaredariyan dernakevin. Dest ji kar û barê xwe berdane, heta ji wan tê hewl didin kêmasiyeke şaredariyan tespît bikin. Ji bilî xizmetan, tiştekî din li şaredariyên me nedîtin. Bila heman mufetîş biçin Stenbol û Enqereyê. Ez bawerim wê li wan cihan gelek karên nelirê tespît bikin.

'EM Ê BI TI AWAYÎ DESTÛRÊ NEDIN'

Timî qala 79 mîlyonan dikin. Lê belê, kesên xizmetê ji gel re dikin hedef digirin. AKP bi polîtîkayên xwe yên faşîzan ve hewl dide dest deyne ser şaredariyên me. Ji we tê werin em bang li serokên şaredariyan bikin û di rûniştineke li pêşberî gel karê xwe radixin pêş çavan, bê kî xizmetê dike. Dibêjin 'em pere dişînin wan re'. Ev ne xêra we ye, ev pereyê gel e. Niha radibin hewl didin dest deynin ser şaredariyên me. Desteserkirina şaredariyan di demên darbeyê de dibe. Em ê bi ti awayî destûrê nedin desteserkirina şaredariyên me. Em ê tevî gelê xwe, xwedî li şaredariyên xwe derkevin. Yên ku ji sedî 50 ê dengan standine, radibin yên ji sedî 70'ê yê deng wergirtine hedef nîşan didin. Ev meseleyeke giştî ye. Bila saziyên serbixwe werin û hemû şaredariyan kontrol bikin. Yên ku nikarin xwe bidin ber vê, dixwazin bi rêya qeyûm dest deynin ser şaredariyên me.

Hewldanên desteserkirina şaredariyên me, dewama Plana Têkbirinê ye. Li hemberî hewldana desteserkirina şaredariyên me, wê helwesta me gelekî tund be. 20 hevşaredarên me girtî ne, 11 jê jin in. 30 hevalên me ji wezîfeyê hatine girtin. Me dest ji rêveberiya xweser bernedane. Hevalên me bên girtin jî, zext bên kirin jî em ê tevî gelê xwe li dijî vê rewşê derkevin. Gelê me erk daye me, em pêşengiyê ji gelê xwe re dikin. Li dijî van êrîşan, em ê di 25'ê Hezîranê de tevî hevşaredariyên xwe civînekê lidar bixin. Em ê bi gel re jî bicivin, bi rêxistinên civakî yên sivîl re jî bicivin. Em ê bi hev re nîqaş bikin, bê me çi kir, çi nekir.

'WERIN EM BI HEV RE LI BER XWE BIDIN'

Li hemberî yên ku heta qiyametê şer li ser me ferz dike, berxwedan kar û erka me ye. Em, Serokkomar û Serokwezîr û wezîran hişyar dikin. Em ê bi rengekî demokratîk li ber xwe bidin. Em bang li hemû hêzên demokrasî û sosyalîst dikin, ku piştgiriya me bikin. Em bi hev re li dijî vê helwesta faşîzan bisekinin."