YPG: 3 çete hatin kuştin; artêşa tirk êrîşên xwe didomîne

YPG'ê eşkere kir ku 3 çeteyên êrîş birin ser Helebê hatine kuştin. Herwiha diyar kir, ku artêşa tirk êrîşên xwe didomîne.

YPG'ê eşkere kir ku 3 çeteyên êrîş birin ser Helebê hatine kuştin. Herwiha diyar kir, ku artêşa tirk êrîşên xwe didomîne.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, êrîşên komên çete yên ser bi Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê yên li hemberî taxa Şêx Meqsûd a Helebê dewam dikin.

Di daxuyaniya navendê de ev agahî li ser mijarê hatin dayîn: "20'ê Hezîranê li derdora saet 13:00 ê şevê, komên çeteyan bi hawan û topên dojehî êrîş birin ser Taxa Şêx Meqsûdê. Hêzên me nuqteyên ku komên çeteyan êrîş jê kirin tespît kirine û operasyonek bi ser Seken Sikeyf û Kolana Muhaberatê de pêk anîne. Di operasyonê de car caran şerekî dijwar qewimî. Di encama van operasyonan de, bi qasî ku hatiye tespît kirin, li devera Seken Şikeyfê 2 û li derdora kolana Muhaberatê jî 1 ji endamê çeteyan hatine kuştin."

ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK ÊN LI HEMBERÎ ROJAVA DEWAM DIKIN

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bal kişand ser êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê û got, "Artêşa tirk roja 19'ê Hezîranê, bi çekên giran êrîş biriye ser ser kozikên me yên li nêzî gundê Ziyaretê yê li Rojavayê Kobanê. Artêşa Tirk, di heman saetan de, li gundiyên li derdora gundê Kelîmê bi ketoberî reşandiye.

19'ê Hezîranê, danê nîvroyê, çeteyên DAIŞ'ê ji kozikên xwe yên Cerablûsa Jêrîn, bi çekên giran êrîş anîn ser bajarokê Şêxlerê ê li rojavayê başûrê Kobanê."