Di operasyona li hember Bakurê Reqayê de çeteyan êrîşî çeperên Erka Xweparastinê kirin. Erkdarên Erka Xweparastinê derbên giran li çeteyan dan, 8 çete hatin kuştin, wesayîtek û gelek cebilxane desteser kirin.
Navenda Çapemeniya Erka Xweparastinê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê beriya du rojan ji Bakurê Reqayê ve êrîşî çeperên erkdarên Erka Xweparastinê kirin. Daxuyaniya Erka Xweparastinê da zanîn li ser besivdayîn hêzên Erka Xweparastinê şerên dijwar qewimîn, di şer de 8 çete hatin kuştin.
Navenda Erka Xweparastinê ev agahî dan:
“Roja Şemiyê di 18’ê Hezîrana 2016’an de komeke çeteyên DAIŞ’ê bi tank û wesayîtên doçka li ser wan ve êrîşî hin nuqteyên hêzên me yên li eniya Bakurrojhilatê Reqayê kirin. Di navbera hêzên me û çeteyan de şerên dijwar qewimîn û 2 saetan dewam kirin. Di encamê de wesayîteke çeteyan tevî çeteyekî tê de hate ruxandin û wesayîtekî din jî hate desteserkirin. Tanka çeteyan ji ber berxwedaniya hêzên me neçar ma ji herêmê vekişe.
Di şerê li vê qadê de cenazeyên 8 çeteyên DAIŞ’ê yek ji wan biyanî ye, ketin destê şervanên me, gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin.”