Bejahiya Hênê û Licê ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hate bombekirin
Piştî li navçeyaên Hênê, Licê û Karaz ên Amedê qedexeya kolanan hate îlankirin, balafirên şer dest bi bombekirinê kirin.
Piştî li navçeyaên Hênê, Licê û Karaz ên Amedê qedexeya kolanan hate îlankirin, balafirên şer dest bi bombekirinê kirin.
Li gor agahiyên hatin bidestxistin, piştî saet 19.30’an ku qedexeya derketina kolanan hate îlankirin, balafirên şer ên Tirk bejahiya Hênê û Licê dan ber bombeyan.
Walîtiyê berî niha demekê li gundên Comaîk, Qedişt, Tiletîn, Zinglenî, Hurê yên girêdayî Hênê, Zerê ya girêdayî Licê û Hewrê, Şeqlat ên girêdayî Karazê qedexeya derketina derve îlan kiribû.
Têkîldarî encamên bombekirinê hê jî agahiyên zelal nehatin bidestxistin.