Li Minbicê êrîşa çeteyan hate pûçkirin

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê 2`yemîn êrîşa mezin a çeteyên DAIŞ`ê ku hewl dan dorpêça li ser çeteyên di Minbicê de rakin, şikandin.

Operesyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla ya rizgarkirina herêma Minbicê ji çeteyên DAIŞ`ê di roja xwe ya 20`emîn de didome. Hate ragihandin ku çeteyên DAIŞ`ê bi armanca rakirina dorpêça li ser çeteyên di bajarê Minbicê de, ji danê sibehê ve li dijî  şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê êrîşeke mezin pêk anîn.Çeteyan ji Cereblûs, Bab û Meskenê  êrîşî herêmên rizgarkirî yên ji  gundê Irêmê heta Çemê Firatê kirin.

Êrîş li dijî gundê Irêmê, Oseclê, Toq Xelîl, Muhterêq Kebîr,Qerha Kebîra, Qerha Sexêra, Qerha, Cib El-Eşra, Xirbit Eşra, Xirbit El-Rûs, Nihêmê û Cib El-Şêx pêk hatin. Hat diyarkirin ku li ser bersivdayîna şervanên Meclîsa Leşkerî ya Mibicê  şerên dijwar derketin û ji saatên dibehê heta piştî nîvro dom kirin.Di encamê de êrîşa çeteyên DAIŞ`ê ji aliyê şervanan Meclîsa Leşkerî ve hate têkbirin û derbeyên mezin li çeteyan hatin xistin. Her wiha çeteyan gelek kuştî û birîndar dan.

Li herêmê cih bi cih şer didomin.

Tê payîn ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê derbarê encamên vî şerî  de daxuyaniyekê bide.