YPG: Êrîşên çeteyan didomin, 14 çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya li hember Şêx Meqsûd, herêmên Kobanê û Şedadê dewam dikin, bi bersivên xurt ên şervanên YPG’ê ve 14 çete hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya li hember Şêx Meqsûd, herêmên Kobanê û Şedadê dewam dikin, bi bersivên xurt ên şervanên YPG’ê ve 14 çete hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî têkildarî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li herêma Şêx Meqsûd, Bendava Tirşrîn a Kobanê û herêma Şedadê agahî dan. Di van êrîşan de 11 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan, 14 çeteyên DAIŞ’ê jî hatin kuştin.

Di daxuyaniya YPG’ê de ev agahî hatin parvekirin:

“Êrîşên hevbeş ên komên çeteyên di bin banê Koalîsyona Netewî ya Sûriyeyê de tevdigerin wekî Lîwaa Sûltan Mûrad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16'an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suruye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13’emîn, Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî ya li dijî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê berdewam dikin.

Komên çeteyan ji 15’ê Hezîranê û vir ve bênavber bi topên hawan û cehenemê êrîş dibin li ser Taxa Şêx Meqsûdê. Di êrîşên ku bi Remazanê re zedê bûye de bi giştî gelên me yên sivîl dikin hedef. Di êrîşa 18’ê Hezîranê saet derdora 03.00'an hate lidarxistin de 8 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û hejmarek zedê sivîl jî birîndar bûn.

Hêzên me jî li dijî çeteyên bi topan êrîş dikin û çeteyên hewl didin tekevin taxê bi operasyonên cur bi cur bersiv dide. Di operasyonên li herêma Eşrefiyê û Seken Şikeyf hate lidarxistin de çekeke doçka ya çeteyan hatiye ruxandin û qasî hat zelalkirin 4 çete hatin kuştin.

16’ê Hezîranê saet 11.00'an de hêzên me li dijî nuqteyke çeteyan a 25 km dikeve Rojavayê Bakurê gundê Mekmen a giredayî Şedadê operasyonek li dar xistin. Di operasyona de çeteyên li dijî qadên me amedekariya êrîşê dikirin hatine hedefkirin, di vê êrîşê de cenazeyê 2 çeteyan ketin destê hêzên me. Li gel van çeteyan hêzên me dest daniye li ser 2 kleş, 11 jerjora kleşê, 1 dûrbîn û 1 motorî.

17’ê Hezîranê di saetên sibehê de û di heman rojê saet 21.00'an de çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe yên Cerablûsê bi çekên giran êrîş birin li ser bajaroka Şêxler a dikeve başûrrojavayê Kobanê.

18’ê Hezîranê saet 15.00'an de çeteyên DAIŞ’ê xwestin tekevin gundê Ebû Fas a dikeve Başûrê Şedadê. Piştî destwerdana hêzên me komê çeteyan neçar man ji qadê birevin.

Heman rojê komên çeteyan li dijî nuqteya endamên Erka Xweparastinê ya 25 km dikeve bakurrojavayê gundê Mekmenê êrîşek li dar xistin. Çeteyên DAIŞ’ê ya ku bi 2 pîkab û panzerekê xwestin bikevin qadên me, ji aliyê şervanên Erka Xweparastinê ve hatin ferqkirin û hatin şikandin. Şervanên me 2 wesayîtên pîkab tevî çeteyên di nav de ruxandin. Çeteyên birîndar jî ji aliye panzerê ve ji qadê hatiye dûrxistin.

Di şerên nêzî 2 saetan berdewam kir de qasî hat zelalkirin 8 çete hatin kuştin, 3 çete jî hatin birîndarkirin.

18’ê Hezîranê saet derdora 11.40'an de çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Cedîdê Qalneyî ya dikeve Başûrrojhilatê bendava Tişrîn a giredayî Kobanê. Di encama êrîşa çeteyan de 3 welatiên sivîl jiyana xwe ji dest dan.”