'Ocalan ji bo çareseriyê şens û firsendeke mezin e'
Serokê Baroya Rihayê Hîkmet Delebe diyar kir, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di rêya çareserî û muzakereyê de ji bo aliyan, şens û firsendeke mezin e.
Serokê Baroya Rihayê Hîkmet Delebe diyar kir, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di rêya çareserî û muzakereyê de ji bo aliyan, şens û firsendeke mezin e.
Delebe bibîr xist, ku di 'pêvajoya çareseriyê' ya 3 salan dewam kir de li gelemperiya Tirkiyeyê cenaze ji ber şer nehatine rakirin, lê belê piştî hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an Tirkiye bi temamî ketiye nava şîdetê.
Delebe da zanîn, ji hingî ve ku polîtîkayên şîdetê ketin dewrê, bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dane û destnîşan kir, çavkaniya bingehîn a şîdeta li gelemperiya welêt, neçareserî ye. Delebe got, "Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke etnîkî ye" û wiha pê de çû: "Weke ku di mînakên cîhanê de jî tê dîtin, pirsgirêkên etnîkî bi polîtîkayên şîdetê çareser nabin. Li cîhanê mînakên weke ETA û ÎRA hene. Di dawiya dawî de pirsgirêkên etnîkî bi muzakere û diyalogê çareser dikin."
'DIYALOGA BI OCALAN RE FIRSEND Û ŞENSEK E
Delebe da zanîn, divê pirsgirêka Kurd di çarçoveya demokrasî û mafên mirovan de bê çareserkirn û ev nirxandin kir: "Ji bo vê jî, pêwîste rêyên muzakere û diyalogê timî vekirî bin. Dilopek xwîna mirovan ji hemû nirxên li ser rûyê erdê hêjatir e. Eger bi vê perspektîfê nêzîkatî were nîşandan, wê çareseriya pirsgirêka Kurd hêsantir bibe. Ji bo vê jî, lazim e ji sedî sed diyalog bi Abdullah Ocalan re bê danîn. Ji ber ku Ocalan niha li ser xwe ye. Eger di dema pêş de rewşa tenduristiya wî nebaş bibe, dibe ku hikûmet nema karibe aktorekî çareseriyê bi rê ve bibe, bibîne. Lewma ev yek ji bo me firsendek e, şensek e. Divê tecrîd were rakirin û reya diyalog û muzakereyê were vekirin."
'TECRÎD BINPÊKIRINA DESTÛRA BINGEHÎN E'
Delebe bal kişand ser tecrîda şidandî ya li ser Ocalan û bibîr xist, ji sala 2011'an û vir ve parêzer, ji sala 2014'an û vir ve jî malbat nikarin Ocalan bibînin. Delebe got, "Di nava sîstema ceza-edaletê de, bi qasî mafên bersûcan ên di dema darizandinê de, mafên wan ên piştî darizandinê jî hene. Yek ji van rakirina tecrîdê ye. Tecrîd bi rengekî dijwar binpêkirina destûra bingehîn e. Tirkiye di heman demê de peymanên navneteweyî yên mora xwe daniye binî binpê dike. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di gelek dozên bi vî rengî de Tirkiye mehkûm kiriye. Em weke Baroya Rihayê dibêjin, divê pêvajoya çareseriyê ji sedî sed were destpêkirin. Jİ ber ku ev pirsgirêk bi rêya şîdetê çareser nabe û ev rastî li holê ye.
Di salên 90'î de hiqûq ji her alî ve hat binpêkirin. Şîdet bi rê û rêbazên gelekî dijwar hat kirin. Lê belê di mijara çareseriya pirsgirêkê de ti gav nehat avêtin. Mixabin di rewşa heyî de veger li vê polîtîkayê bûye. Em dixwazin ji aliyan re bêjin, ku çek û şîdet ne çareserî ye. Ev pirsgirêkeke etnîkî ye. Pirsgirêkên etnîkî jî encex bi diyalog û muzakereyê çareser bibin. Lewma Hêvî û bendewariya me ji nû ve destpêkirina diyalog û muzakereyê ye."