TEV-DEM’ê ji bo Şehbayê bang li QSD'ê û koalîsyona navdewletî kir
Tevgera Civaka Demorkatîk (TEV-DEM) li hemberî rewşa herêmên Şehbayê hişyarî da û destnîşan kir, ku QSD tavilê bikeve tevgerê û rê li pêşiya komkujiyên çeteyan bigire.

Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê, têkildarî komkujiyên bi destê çeteyên DAIŞ’ê li dijî herêmên Şehbayê têne kirin daxuyaniyek nivîskî weşand û êrîşên çeteyan şermezar kir.
TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de ragihand, ku careke din çeteyên DAIŞ’ê li ber çavên tevahiya cîhanê sûcên li dijî mirovahiyê pêk tînin û komkujiyan dikin.
Di dewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin. "Di demên dawî de êrîşên komên çete yên DAIŞ’ê yên li herêmên Şehbayê zêde bû ne. Agahiyên hatine girtin destnîşan dikin ku heta niha 700 kes ku jin, zarok û kesên bi temen ên ji gundê xwe koçber dibûn, dibin hedefa komkujiyan."
Di daxuyaniyê de komkujiyên sala 2013'an ku li Til Eran û Til Hasil pêk hat hatin bîrxistin û hate gotin, "Komkujiya Til Eran û Til Hasil tinekirina nijadî û wekî ya li Şengalê pêk hatiye bû. Komkujî bi piştgiriya dewleta Tirk û komên pê ve girêdayî, li dijî gelê Kurd hatine kirin. Ev yek di heman demê bi kiryarên wan ên li taxa Şêxmeqsûd a Helebê re di heman xetê de têne kirin."
TEV-DEM'ê di dewama daxuyaniya xwe de komkujiyên niha li gund û bajarokên herêmên Şehbayê têne kirin û bi taybet li herêma Babê şermezar kirin û got, pêwîste operasyon li wan herêman jî bêne kirin da ku ew herêm ji çeteyan bêne rizgarkirin.
Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hêzên QSD’ê û hevpeymana navdewletî kir ku erka xwe ji bo parastina xelkên wê herêmê pêk bînin û wan herêman ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin da ku bes komkujî li herêmên Şehbayê pêk werin."