Govendê: Rêwîtiya jiyaneke azad

Li Govendê ya me par ziyaret kir, jiyaneke ku em pê nizanin, me nedîtine tê avakirin. Çîrokeke eşqê ya dawî ye Govendê. Tevî êş û azarên xwe, hêvî û aramî ye.

Cihên ew lê dijîn naşibin qesr, xaniyên dubleks û avahiyên bilind. Li vê derê stargehên dilnizm, ku ji bo me kelehên hebûn û berxwedanê ne tên avakirin. Carna bi keviran, carna jî bi daran.

Li kûrahiya çiyayên bêdawî, rêwîtiya hebûnê bi ked û baweriyê tê hûnandin. Rêwîtiya jiyana azad a gerîla ya li Govendê bi kevirên mîna kêrê tûj tê avakirin, bi vî rengî ye.

Xwediyên wargehên li derdora Govendê gundiyên ji eşîra Gerdiya dibêjin, ev der stargeheke xwezayî ya ji aliyê gerîla ve tê parastin e. Gerîla jî Govendê weke kelehê binav dikin.

JIYANA LI GOVENDÊ

Li çiyayê Govendê, ji ber ku av nîne, gerîlayên li vê derê dijîn ji qeşa ji bîrên mezin ên berfê derdixînin, dikin av. Gerîlayên ku di heman demê de vê avê li gundiyan belav dikin, ji vî çiyayî re dibêjin 'Rojhilata Navîn'. Ji zor û zehmetiyan henekên balkêş tên hilberîn. Li vê derdorê gelek gund hene. Herguş, Mavata û Benê çend ji van e. Lê belê Govendê ya ku kaniya ava van gundan e, bi xwe bê av e. Ji ber vê yekê gerîla ji Govendê re dibêjin, Rojhilata Navîn a ku cîhanê xwedî dike, lê bi xwe birçî ye.

Çar aliyên Govendê şênkahî ye, bi dar û ber e. Li gundan bi têra xwe av heye.

DARA GOVENDÊ

Li Govendê dareke fêkî jî heye. Ev dara ji nava keviran şîn bûye, dareke gûzê ye. Ev darek ji ber xwe ve şîn bûye nîne. Dara bi biryardarî ji nava deviran bilind bûye, ji aliyê gerîlayan ve hatiye çandin. Li Govendê ya av lê kêm e, gerîla vê dara gûzê ya her avê dixwaze, av didin.

DERIYÊN ÇIYAYÊ GOVENDÊ

Taybetmendiyeke din a çiyayê Govendê jî ew e, mirov nikarin ji her deverê ve xwe bigihînin wê. Deriyên wê yên taybet hene. Li gorî gundiyan hejmara van deriyan 21 e, lê gerîla dibêjin zêdetir e. Deriyê Pen, Deriyê Herguş, Deriyê Pêşmerga, Deriyê Benêbu çend ji van deriyan e. Ji ber ku ev derî gelekî tên bikaranîn, navên wan tên zanîn. Lê tê gotin hînê gelek deriyên navên wan nayê zanîn hene.

Li ser deriyê Herguşê pencereyeke xwezayî heye. Ji dûr ve biçûk bê dîtin jî dema mirov diçin cem, ewçend mezin e mirov li ber matmayî dimînin.

HERÎ ZÊDE JI ŞEVÊN GOVENDÊ HEZ DIKIN

Gerîla herî zêde ji şevên Govendê hez dikin. Rewşa Govendê bi şev gelekî cuda ye. Ev teht û zinarên Govendê, bi şewqa heyvê dişibin deryayê.

Me di dema rêwîtiyekê de berê xwe dan diyarê çîrokan Govendê. Em pê kêfxweş bûn, xemgîn bûn. Rêwîtiyeke demkurt bû. Çîrokek kurt, fîlmekî nîvco mayî. Lê çîrokeke eşqê ya dawî ye Govendê. Tevî êş û azaran, hêvî û aramî ye.