BI DÎMEN

'Azadiya Rêberê me azadiya me ye'

Dayikên Aştiyê yên li Amedê nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan û diyar kirin, heta Rêberê wan azad bibe ew ê li ser şopa wî bin."

Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve parêzer, ji Cotmeha 2014'an û vir ve malbat û herî dawî jî ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve Heyeta Îmraliyê nikarin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin. Zêdeyî saleke bi ti awayî agahî ji Ocalan nayê girtin. Dayikên Aştiyê yên li Amedê nerazîbûn nîşanî vê pêkanîna AKP/Qesrê dan û li ser mijarê ji ANF'ê re axivîn.

'EGER RÊBERÊ ME AZAD BÛYA, WÊ VÎ ŞERÊ AKP/QESR DIMEŞÎNE BI DAWÎ BIKIRA'

Dayika Aştiyê ya li Amedê Raîfe Ozbey: Bi rengekî neheq, tecrîd li ser Rêberê Gelê Kurd heye. Cihê vê di nava mirovahiyê de nîne. Rewşeke ne li gorî exlaqa mirovan e. Bi mîlyonan kes Ocalan weke Rêber û Serokê xwe dibînin. Cîhan tev bi vê zane. Divê Tirkiye jî li hemberî Rêberê gel polîtîkayên bi vî rengî yên qirêj nemeşîne. Eger Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bûya, ji mêj ve şer qedandibû. Bi zanebûn vê derfetê nadin. Ji bo gelê Kurd qetil bike û polîtîkaya qirkirinê bimeşîne, Rêbertî di nava tecrîdê de radigirin. Ji bo li bajarên Kurdan komkujiyê bikin, Rêbertî xistine nava tecrîdê. Ji ber ku ew jî dizanin; eger bi Rêbertî re hevdîtin were kirin wê Rêbertî destûrê nede polîtîkayên komkujî û qirkirinê yên li hemberî gelê Kurd.

'DIVÊ PÊŞÎ LI DAXWAZA ERDOGAN A RIJANDINA XWÎNÊ BÊ GIRTIN'

Eger tecrîd nehatibûya kirin wê li Sûr, Cizîr, Silopiya, Gever, Nisêbîn û Şirnexê komkujî nehatibûna kirin. Hilweşandin nedihat kirin. Bi deh hezaran mirov neçarî koçberiyê nedihatin hiştin. Ji ber ku Rêbertî li dijî van hemûyan tedbîr digirt. Tecrîd tê wateya sêwîmayîna zarokan, barîna rondikên çavên dayikan. Êdî bes e, bila demek ji ya din zûtir ev tecrîd were rakirin. Ji ber tecrîdê û vî şerê qirêj em her roj cenazeyan radikin. Çi leşker, çi gerîla, çi polîs her roj cenaze tên. Divê ev şer êdî biqede. Ji bo vê jî pêwîste tecrîda li ser Rêberê me derhal were rakirin. Gelo Erdogan ji rijandina xwînê hê têr nebûye? Eger tu gelekî ji rijandina xwînê hez dike, wê çaxê zarokên xwe bişîne şer. Ji ber ku zarokên wan namirin, êşa mirovên zarokên wan jiyana xwe ji dest didin, ne xema wî ye. Divê êdî dest li vê rewşê bê werdan. Pêwîste pêşî li daxwaza Erdogan a ji bo rijandina xwînê were girtin. Êdî bes e, em naxwazin xwînê bibînin. Yekane kesê dikare vê pêk bîne jî Rêbertî ye. Lê ew jî di nava tecrîdê de tê ragirtin. Ji bo pêşî li rijandina xwînê were girtin divê tecrîd bê rakirin û Rêberê me azad bibe."

Ji Dayikên Aştiyê yên li Amedê Gulîstan Erek tecrîd şermezar kir û got, "Bi tecrîda li ser Rêberê me re li Kurdistanê şer hat destpêkirin. Girîng e tecrîd derhal were rakirin û hevdîtin destpê bikin. Eger bi Rêberî re hevdîtin hatibûya kirin wê xwîn ewçend nerijiya. Bajarên Kurdan veguherandine gola xwînê û dibêjin, ku wê hê van pêkanînên xwe bidomînin. Ev yek bi kêrî gelan nayê. AKP û Erdogan bi tenê li xwe difikirin û kes ne xema wan e. Bi leşkerên ku bi pere anî Kurdistanê, bajarên me xera dikin, dişewitînin. Kes vê qebûl nake. Em dayik jî ji vê re dibêjin êdî bes e.

'TÊKOŞÎNA RÊBERÊ ME TÊKOŞÎNA ME YE'

Yekane berpirsyarê vî şerî û vê tecrîdê Erdogan e. Eger Rêbertî di nava tecrîdê de nehatibûya ragirtin, ewqas xwîn nedirijiya. Ji ber ku wijdan û edaleta Rêbertî rê nade vê. Kurd Rêberê xwe baş nas dikin. Lê Rêberê me tecrîd kirine û li Kurdistanê şerekî qirêj xistine dewrê. Bi binçavkirin, girtin û qetilkirinê dixwazin têkiliya gelê Kurd a bi Rêberê wan re qut bikin û xwe ji xwînê xwedî bikin. Hînê radibin ji Rêbertî re dibêjin 'kujerê pitikan'. Her kes dibîne li Kurdistanê kî pitikan qetil dike. Ew pitik, jin, ciwan, extiyaran qetil dikin û her kes vê dibîne. Ji wan heye ku bi qetilkirin, girtin û îşkenceyê wê Kurdan biqedînin. Lê ew xwe dixapînin, nikarin Kurdan biqedînin. Nikarin Kurdan ji têkoşîna azadiyê vegerînin. Rêya Rêberê me rêya me ye. Têkoşîna wî têkoşîna me ye. Bijî Serok Apo."

...