Komeleya Kesên Koçberbûyî re Alîkariya Civakî û Çandî (Goç-Der) li Amedê dawiya hefteyê komxebata bi navê "Em koçberiya bi zorî careke din bifikirin" li dar xist. Komeleyê îro jî encamnameya komxebatê eşkere kir. Hevserokê komeleyê Yilmaz Kan destnîşan kir ku bi êrîşên dawî re milyonek welatî ji warên xwe koçber bûne. Kan diyar kir ku ji avakirina komarê heya îro koçberî bi awayekî sîstematîk pêk tê.
'KOÇBERIYA BI DARÊ ZORÊ HÊ JÎ BERDEWAM DIKE'
Kan da zanîn ku piştî rawestina pêvajoya aştiyê rêjeya koçberiya careke din bilind bûye û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Piştî êrîşên li ser bajarên Kurdan yên bi hewayî û bejajî mîlyonek welatî ji warên xwe koçber bûne. Ji ber ku pevçûn berdewam dikin koçberiya ji bajarên Kurdan jî hê berdewam dike. Dewletê di bin navê 'ewlehiya gelemperî' bi çekên giran êrîş kirin û zerarek gelek mezin da bajarên Kurdan. Xala hevpar a van bajaran ew e ku welatiyên ku salên 90'î ji gundan koçber bûne careke din hatin koçberkirin."
'DI KOÇBERIYÊ DE MAFÊ WELATIYAN BI AWAYEKÎ DIJDAR HATIN BINPÊKIRIN'
Kan herî dawî bal kişand ser tramvaya koçberiyê û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Welatiyên Kurd ku bi darê zorê hatin koçberkirin di rêya koçberiyê de gelek astengî kişandin. Her wiha wê ji îro pê ve jî gelek astengiyan bikşînin. Di vê koçberiyê de mafê welatiyên bi awayekî giran hatin binpêkirin û ev yek wê pêşiyê li ber gelek tramvayên civakî veke."
Kan emcamnameya komxebatê wiha rêz kir:
"* Li hemberî binpêkirinên mafan ên di pêvajoya dawî de pêk hatine saziyên sivîl ên ku di qada binpêkirinên mafan de bi hev re dixebitin, divê xebatan bidin meşandin û bi hev re tevbigerin.
* Divê baro li hemberî hewldanên hikûmetê yên di hin navê 'îstimlaqê' de dest datîne ser milkên welatiyan, komîsyoneke navendî ya ji hiqûqnasên Saziyên Civaka Sivîl ava bikin û pêşî li van dozên dijhiqûqî bigirin û van dozan bidin betalkirin.
* Divê ji bo kesên bi zorê ji cih û warên xwe hatine koçberkirin (jin û zarok) yekîneya pîsko-sosyal bê avakirin.
* Divê kampanyaya ji hêla Komeleya Rojava ve hatiye lidarxistin ji hêla hemû saziyên civaka sivîl ve bên destekkirin.
* Divê di pêşengtiya platforma koçberiyê de, bi hevkariya rêxistinên mafên mirovan bajarên ku bûne hedefa êrîşan, hemû zanyarî û agahiyan berhev bikin.
* Hemû dane, paror û çavdêriyên di komxebatê de ji hêla siziyên civaka sivîl ve derketine holê bên berhevkirin û ji raya giştî re bê parvekirin, dîsa bigihînin saziyên netewî û navneteweyî.
* Divê der barê mafên kesên ku bûne mexdûrê koçberiyê de pirtûkeke rêber ya rê dide nîşan bê amadekirin û be belavkirin.
* Divê di pêşenktiya KCD'ê de konferanseke berfireh bê amadekirin û bê lidarxistin.
* Divê ev pêkanînên derveyî mirovahiyê yên li bajrên Kurdistanê pêk hatine, hemû zanyarî û belge bên berhevkirin û bên amadekirin.
* Ev sûcên ku di çarçoveya sûcên mirovahiyê de pêk hatine divê wekî dozeke stratejîk bibin qada navneteweyî û bên dozdarkirin.”
Kan herî dawî bang li tevahiya saziyên navneteweyî kir ku piştgiriyê bidin jiyana zehmet a bajarên Kurdistanê.