Li Dersîm, Colemêrg û Zagrosê çalakiyên gerîla

Gerîlayên HPG/YJA Starê li Dersîm, Colemêrg û Zagrosê çalakî lidar xistin. Di encama van çalakiyan de 2 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"Roja 19'ê Hezîranê saet di 15:00 de hêzên me yên gerîla, bi çekên giran li leşkerên li kaşê Ortê yê li qada Sumbul a li Herêma Zagrosê dan. Hejmara mirî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin.

19'ê Hezîranê saet di 11:00 de hêzên me yên gerîla, li hemberî leşkerên li Çeperê Şêxa yê li ser sînorê navçeya Colemêrg Çelê çalakiyeke sûîqestê pêk anîn. Di encamê de leşkerek hat kuştin.

DERSÎM

19'ê Hezîranê saet di 02:00 de, li hemberî 3 stasyonên Turkcell, Vodafon û Avea yên li gundên Saglamtaş, Dereboyû û Kabadal ên ser bi navçeya Pîlemûrî ya Dersîmê, gerîlayên me yên YJA Starê çalakiyek pêk anîn û di encamê de her sê stasyon rûxandin.

19'ê Hezîranê saet di 08:30 de, hêzên me yên gerîla li hemberî qereqola Halborî ya li navenda Dersîmê çalakiyeke sûîqestê lidar xistin û di encamê de leşkerek kuştin. Di heman demê de hêzên me bi çekên nîv-giran li qereqolê dan.

COLEMÊRG

Hêzên me yên gerîla roja 17'ê Hezîranê saet di 16:30 de, li hemberî nîzamiyeya girê Şapatan a li Şemzînanê çalakiyek pêk anîn. Di encama vê çalakiyê de ev çeper îmha bû, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC obus û hawan avêt herêma çalakiyê. Her wiha bi 2 ambûlansan mirî û birîndarên xwe rakir.

AMED

Roja 18'ê Hezîranê saet di navbera 11:00-12:00 de balafirên şer ên artêşa TC bombe li qadên Şehîd Serxwebûn, Şehîd Remzî û Şehîd Ferhat ên li navçeya Licê ya Amedê barandin."