Rojînda: Gerîlayeke ciwan a di rûyê li ken de veşartî

Rojînda, hêviya jiyaneke nû... Rojînda gerîlaya ciwan a bi dilê xwe mizgîniya roja nû dide... Û Rojînda jineke bi berpirsyariya mirovbûnê radibe.

Rojînda yek ji jinên leheng e, ku şopa wê diyar e... Hembêza li germahiya rojê, dilê li nûbûnan vekirî Rojînda... Û weke gelek çîrokan, vê gerîlaya ciwan jî şopeke kûr dû xwe hişt.

Dibêjin; 'Dema Xwedawend ruhê xwe teslîmî heyvê dikin, gelek tiştan jî ji şopdarên xwe re dihêlin'. Li gorî min, ya ku ji jinan re hiştin bedewiya wan bû. Di dilê wan de hezkirin çandin û bi vî rengî çûn. Lê tiştekî welê ji hin jinan re hiştin, ku dema ew dikenin kulîlk vedibin, derdora dixemile... Mîna gerîla Rojînda.

XAKURKÊ YA BI KENÊ ROJÎNDA XEMILÎ

Dema em çûn serdana herêma Xakurkê, min ewilî kenê wê dît. Xakurkê cihekî tê wateya bihuştê ye. Bi rastî jî xweş dişibe bihuştê. Û Rojînda di nava vê bihuştê de ji milyaketeke bedewtir jî bedew bû.

Bûm heyrana wî kenê bedew. Çi xweşik bû Rojînda ya rûken. Ji bo naskirin û dîtina gerîla em gelek caran li vê herêmê meşiyan. Û ti carî gerîla Rojînda ya li vê herêmê bi me re meşiya, ti carî ji bîr nakim. Tehtên Xakurkê mîna ku bi kenê wê deng vedide. Weke ku ya ev xemilandiye, kenê wê gerîlaya ciwan bû. Bi jîr û jêhatîbûna xwe, bi alîkarîdayîn û herî zêde jî bi rûkeniya xwe...

Rojînda, tîna rojê ya di dilê xwe de hewand, bi rûyê xwe yê li ken nîşan dida. Jîndayîna rojê, mîna navê wê, bûbû kesayeta wê. Lewma min min her tim xwest wê bişopînim û wêneyê wê bikişînim. Bi rengekî min hewl da vê bedewiyê vebêjim.

YÊN XEWN Û XEYALÊN XWE HEBIN DIKARIN BI SER BIKEVIN

Di vê rêwîtiyê de min gelek mirov nas kir. Gelek ciwan û jinên bedew ên jiyana xwe kirine gorî mirovahiyê. Rojînda yek ji wan e. Di meşa li vê rêyê de timî qala bedewiyê, qala bedewiya mirovbûyînê dikir. Rojînda timî digot, 'yên xewn û xeyalên xwe hebin, ew dikarin bi ser bikevin'. Belê encex mirovên xwedî xewn û xeyalan dikarîbûn mîna Rojînda ji van çiyayan hez bikin. Vê jina ciwan, tevî hemû zor û zehmetiyan jî xewn û xeyalên xwe bi cih danî. Vê Xwedawenda biçûk a bi kenê rûyê heyvê.

Dema ji herêm Xakurkê derketim min li pişt xwe nihêrî û careke din berê xwe da Rojînda. Dîsa bi rûkenî em oxir dikir. Destê xwe rakir û ji me re, ji dilê me re silaveke germ şand. Dema min û ekîba me bihîstin vê gerîlaya ciwan îsal jiyana xwe ji dest daye, em gelekî pê êşiyan, dilê me birîn bû. Bilêvkirina vê rewşê gelekî zehmet e.

Bîranîn li dû mirovan dimînin. Û bîranîn ne tenê yên hatine jiyîn e. Hêja û watedar e ku ew bi çîrokan di dilê mirovan de bên mezinkirin. Û bîranînên wan bi vî rengî di dilê mirovan de tên hilgirtin. Rojînda bi vî rengî bandoreke kûr li dilê me kir.

...