KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê Ferdî Narî hat veşartin
Cenazeyê Ferdî Narî yê li Wanê di şerê de ji aliyê polîsên Tirk ve hat qetilkirin, hat veşartin. -
Gerîlayan li Şirnexê çalakî pêk anîn
Gerîlayên HPG/YJA Starê li Şirnexê çalakî lidarxistin. Di encama van çalakiyan de gelek leşker mirin. -
Li Xurmatûyê 3 gund hatin rizgarkirin
Hêzên pêşmerge û Heşd El Şeebî bi operasyoneke hevbeş her sê gundên Bîr Ehmed, Ebûd û Zencelî yên şevê din ketin destê çeteyên DAIŞ'ê, rizgar kirin. -
'Em ê Minbicê azad bikin û radestî gel bikin'
Fermandarên QSD'ê yên di operasyona Minbicê de cih digirin dan xuyakirin, ku ew ê Minbicê bi temamî azad bikin û radestî gel bikin. Fermandaran gotin, "daxwaza hemû şervan û fermandaran ev e." -
Di şer de 26 çete hatin kuştin
Di şerê li herêma navbera rojavayê Minbicê û rêya Helebê de 26 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. -
Yuksek û Dîcle ketin ber lêpirsîna 'xweseriya demokratîk'
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Yuksek ê hatiye girtin û Hevserokê KCD'ê Dîcle ketin ber lêpirsîna 'xweseriya demokratîk'. Têkildarî mijarê, duh îfadeya Yuksek hat girtin. -
DAIŞ'ê êrîşî Xurmatû kir: 26 hêzên ewlekariyê jiyana xwe ji dest dan
Çeteyên DAIŞ'ê duh bi şev êrîşî başûrrojavayê Xurmatû kirin. 2 jê pêşmerge, 24 polîs û endamên Heşdî Şebî bi giştî 26 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di şer de 23 çeteyên DAIŞ'ê jî hatin kuştin. -
Coşkûn: Neçareseriyê Tirkiye li Rojhilata Navîn xitimand
Ji Zanîngeha Dîcleyê Vahap Coşkûn diyar kir, neçareserkirinan pirsgirêka Kurd Tirkiye li Rojhilata Navîn xitimand û destnîşan kir, ku bêyî Kurdan hevsengiyên herêmê nikarin bên rûniştandin. -
Li 4 bajaran operasyonên qirkirina siyasî
Li Erdexan, Agirî, Sêrt û Colemêrgê operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin. -
Altûnişik, li ser milên jinan hate oxirkirin
Endama KJA'yê Şehrîban Altûnişik a di dema berxwedana xwerêveberiya Şirnexê de jiyana xwe ji dest da, li Êlihê ji aliyê jinan ve hat definkirin. -
'Êrîş, ji bo nixumandina sûcên şer dewam dikin'
Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl nerazîbûn nîşanî êrîşên li Nisêbînê dan û diyar kirin, ev êrîş ji bo nixumandina sûcên şer ên li Nisêbînê hatine kirin, dewam dikin. -
Tevgera Goran darizandina Barzanî dixwaze
Ji ber sûcên wek Şengalê tevî Êzidiyan ji çeteyên DAIŞ’ê re berdanê, nelirêtiyan, qetilkirina rojnamevanan, Tevgera Goran darizandina Mesût Barzanî dixwaze. -
'Bi zanebûn bi cenazeyan lîstine û parçe kirine'
Hevserokê Şaxê ÎHD'ê yê Rihayê Atîlla Yazar da xuyakirin, ku cenazeyên 67 kesên di komkujiyên li Kurdistanê de hatin qetilkirin anîne Rihayê û diyar kir, bi zanebûn bi van cenazeyan hatiye lîstin û tehrîbkirin. -
Li Minbicê şerên dijwar
Li ser rêya Helebê û Rojavayê Minbicê di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî a Minbice û çeteyên DAÎŞ’ê de şerên dijwar diqewimin. -
'Divê ciwan li dijî êrîşên topyekûn seferber bibin'
Ji fermandarên HPG'ê Cemal Erdal da xuyakirin, di şexsê ciwanên Kurd de AKP êrîşeke giran giran dibe ser civaka Kurd û li dijî êrîşên topyekûn banga seferberiyê kir. -
Nobeda azadiyê ji aliyê komên ji Ûlm û Pforzheîmê ve tê girtin
Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê tê lidar xistin, di hefteya 208. de ye. Çalakî vê hefteyê ji aliyê komên ji bajarên Elmanya Ûlm û Pforzheîmê ve tê meşandin. -
Hevserokê HDP’ê yê ku pê li mayînê kir xeteriya jiyanê derbas kir
Hevserokê HDP’a Xirvatê Zubeyîr Ceylan ê li Geverê dema ku ji bo li pezê xwe yê winda bibû bibîne çibû bejahiyê di encama pêlêkirina mayînê de her du lingên wî jê bûn, xeteriya jiyanê derbas kir. -
Hevserokê HDP’ê yê Şirnexê Yîgît hate girtin
Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Navendî ya Şirnexê Agît Yîgît, ji aliyê dadgehê ve hate girtin. -
Çalakiya nobedê ya Roboskiyan dewam dikin
Malbatên Roboskiyan, diyar kirin ku hikûmeta AKP’ê berpirsên qetlîama Robaskiyê û Geziyê vedişêrin. -
Goran: Em biryara der barê Newşîrwan Mûstefa de red dikin
Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hacî têkildarî biryara dadgaha Hewlêrê ya der barê girtina Serokê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa de daxuyanî da û wiha got: “ Ev biyar biryareke siyasi ye. Ji bo wê em red dikin.” -
MSD: Em polîtîkayên reşkirinê şermezar dikin
MSD’ê, polîtîkayên reşkirinê yên li dijî QSD’ê şermezar kir. Di daxuyaniyê de ev peyam hate dayin: “Heta tevahî herêmê ji terorê bê paqijkirin, wê têkoşîna me bidome.” -
Der barê Serokê Goranê Mûstafa de biryara girtinê
Her roj polîtîkayên zext û çewisandinê yên PDK’ê zêdetir dibin. Der barê Serokê Goran Mûstefa de biryara girtinê hate dayîn. -
‘Bi ruhê berxwedanê yê Ebû Leyla em ê Minbicê rizgar bikin’
Şiyar Ebu Ibrahîm yek ji Fermandarên Tabûra Siwar Minbic der barê Operasyona Fermandar Şehîd Ebû Leyla de ji ANF'ê re axivî. -
Ji HPG’ê çalakiyên bi bandor: Gelek leşker-polîs hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê agahiyên têkildarî çalakiyên li Mêrdîn, Şirnex, Çewlik, Sêrt, Agirî û Colemêrgê eşkere kir. -
Li Serayê ji bo keyetiyan qayûm hatin wezîfedarkirin
Li Wanê Qeymeqamê Serayê, keyeyên ku beşdarî aktivîteyên şaredariyên HDP’ê û DBP’ê bibûn ji peywirê hatin dûrxistin.