Yuksek û Dîcle ketin ber lêpirsîna 'xweseriya demokratîk'
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Yuksek ê hatiye girtin û Hevserokê KCD'ê Dîcle ketin ber lêpirsîna 'xweseriya demokratîk'. Têkildarî mijarê, duh îfadeya Yuksek hat girtin.
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Yuksek ê hatiye girtin û Hevserokê KCD'ê Dîcle ketin ber lêpirsîna 'xweseriya demokratîk'. Têkildarî mijarê, duh îfadeya Yuksek hat girtin.
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek û Hevserokê Giştî yê KCD'ê Hatîp Dîcle, ku di 24'ê Nîsanê de li panela bi navê "ji bo demokrasiya xwecihî, kesayetên xweser û civaka demokratîk ev bi hev re nîqaş dikin" ya rêxistina DBP'ê ya Mûşê axivî bûn, ketin ber lêpirsînê. Lêpirsîn ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mûşê ve hat destpêkirin.
Ji ber vê lêpirsînê, Yuksek ê li Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçuler a Edeneyê tê ragirtin, duh êvarê anîn birin Edliyeya Edeneyê.
Xwediyê îdîayê da xuyakirin, ku gotina xweseseriya demokratîk a ji aliyê Yuksek ve hatiye bikaranîn 'propaganda rêxistinê' ye.
YUKSEK: MIN BERNAMEYA ME YA ÇARESERIYÊ EŞKERE KIR
Yuksek bi rêya parêzerê xwe îfade da û diyar kir, wî bername û polîtîkayên partiya xwe eşkere kiriye. Yuksek got, "Min nêrînên xwe yên ku polîtîkayên hikûmetê rexne dike, bilêv kir. Di heman demê de, di çarçoveya bernameya partiya de min nêrînên xwe yên li ser şêweyê çareserkirina pirsgirêkên li Tirkiyeyê eşkere kir."
Parêzerê Yuksek Vedat Ozkan jî da xuyakirin, ku ji ber zexta desthilatdariyê ya li ser dadgeriyê, lêpirsîneke bi vî rengî li muwekîlê wî hatiye vekirin. Parêzer Ozkan daxwaza 'neşopandina dozê' kir.