Fermandarên QSD'ê yên di operasyona Minbicê de cih digirin dan xuyakirin, ku ew ê Minbicê bi temamî azad bikin û radestî gel bikin. Fermandaran gotin, "daxwaza hemû şervan û fermandaran ev e."
SÎNAN DENÎZ
MINBIC / ANF
în, 17 pûşperê 2016, 12:32
Ji fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Şervan Efrîn û Diyar Şêxler ên li eniya Qereqozaxê beşdarî Pêngava Rizgarkirina Minbicê bûne, rewşa dawî ya operasyonê ji ANF'ê re nirxandin.
Ji fermandaran Şervan Efrîn cihên wan xwe gihandinê yek bi yek nîşan da û got, "Herêmên li pêşiya me, gundên nêzî navenda bajêr in. Gav bi gav em ber bi van gund û gindikan ve dimeşin. Li van cihên hûn dibînin hêzên me hene."
Efrîn destnîşan kir, ku êdî berê wan bi temamî li Minbicê ye û ragihand, di vê operasyonê de cenaze û cebilxaneyên çeteyan bi destê wan ketine.
Efrîn da xuyakirin, çeteyên li pêşberî wan şikestine, ji bo xwe veşêrin û ji bajêr birevin, carna kincên reş ên jinan li xwe dikin û got, "Bi vê yekê ve dixwazin hem xwe veşêrin, hem jî zerar li sivîlan bê kirin."
ŞÊXLER: EM Ê MINBICÊ AZAD BIKIN
Ji fermandarên QSD'ê Diyar Şêxler jî got, "Li herêmên me azad kirine, gel dema me dibîne gelekî kêfxweş dibe. Kêfxweş in ku ji zilma DAIŞ'ê rizgar bûne û li jiyana xwe ya berê vedigerin. Ji me re dibêjin ku bi saya me ev yek pêk hatiye. Ji xwe armanca me jî rizgarkirina Minbicê ye. Em ê Minbicê azad bikin û radestî gel bikin." Şêxler destnîşan kir, ku ew serbilind û kêfxweş in, ji ber ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê daxwaza alîkariyê li wan kiriye.
Şêxler got, "Li herêmên me azad kirin, em bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Em niha ber bi gundên ser bi navenda Minbicê ve dimeşin. Em ê di demeke nêz de van qonaxan derbas bikin. Rizgarkirina bajarê Minbicê ji serketineke leşkerî wêdetir, bicihhatina daxwaza gel e. Azadkirina gel e.
Li herêmên me azad kirine, gelek mirov dixwazin tevlî nava refên me bibin û şer bikin. Heta ku em Minbicê rizgar nekin û radestî gel nekin, em ê dest ji van çeperan bernedin. Daxwaza hemû şervan û fermandarên li eniya şer cih digirin, ev e."