Hevserokê HDP’a Xirvatê Zubeyîr Ceylan ê li Geverê dema ku ji bo li pezê xwe yê winda bibû bibîne çibû bejahiyê di encama pêlêkirina mayînê de her du lingên wî jê bûn, xeteriya jiyanê derbas kir.
Ji ber bermahiyên şer ên artêşa Tirk, her sal bi dehan welatî û zarokên Kurd jiyana xwe ji dest didin, an jî seqet dimînin. Herî dawî Hevserokê HDP'ê yê Xirvatê yê navçeya Gevera Colemêrgê Zubeyîr Ceylan ji bo pezê xwe yên winda bûn bibîne, derketibû lêgerînê û pê li mayinê kiribû. Ceylan ê ku 8 saetan di emeliyatê de ma, ber danê êvarê ji emeliyatê derket. Hat diyarkirin her du pêyên Ceylan hatine jêkirin û li Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê di beşa lezgîn de tê rawestandin.