Li 4 bajaran operasyonên qirkirina siyasî
Li Erdexan, Agirî, Sêrt û Colemêrgê operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin.
Li Erdexan, Agirî, Sêrt û Colemêrgê operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin.
AKP/Qesr a nikare berxwedana gelê Kurd bişkîne, bi talîmatan operasyonên qirkirina siyasî didomînin.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) binçavkirina gelek partiyiyên li Erdexan, Agirî, Sêrt û Colemêrgê şermezar kir.
ERDEXAN
Serê sibehê jenderme û polîsan bi ser avahiya DBP'ê ya Erdexanê de girtin. Deriyê avahiya li cadeya Garaja Qersê şikandin û li hundir lêgerîn kirin. Endamê Meclîsê yê DBP'ê Hakan Demîrbaş jî di nav de hate hînbûn ku gelek kes hatine binçavkirin.
Dîsa li bajaroka Xoçvanê jî bi ser gelek malan de hate girtin û hate hînbûn kesên binçavkirî hene û li avaha partiyê jî lêgerîn hatiye kirin.
AGIRÎ
Li aliyê din li Agiriyê jî jenderme û tîmên taybet bi ser mala Hevşeradara Agiriyê Mukaddes Kubîlay de girtin. Di dema lêgerînê de berê çekan dan Kubîlay. Kubîlay li hemberî vê yekê bi gotina "Ev li dijî îradeya gel êrîş e" nerazîbûn nîşan da.
SÊRT
Hevserokê DBP'ê yê Navçeya Navendî ya Sêrtê Beşîr Ekîncî serê sibehê li mala xwe ya taxa Barişê di serdegirtina malê de hate binçavkirin. Sedema binçavkirina Ekîncî nehat hînbûn. Ekîncî yê ku hate gotin der barê wî de 7 meh in biryara lêgerînê heye birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.
COLEMÊRG
Endama Meclîsa DBP’ê Zahîde Besî dema danê sibehê li Colemêrgê diçû ziyareta taziyeyê ya xizmên xwe, hate binçavkirin.
Her wiha Navenda Giştî ya DBP’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, got: “Em serdegirtin û binçavkirinên antîdemokratîk ên li dijî xebatkarên partiya me şermezar dikin, bang li hikûmetê dikin ku demildest dest ji van pêkanînên antîdemokratîk berdin.”