Di şer de 26 çete hatin kuştin
Di şerê li herêma navbera rojavayê Minbicê û rêya Helebê de 26 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Di şerê li herêma navbera rojavayê Minbicê û rêya Helebê de 26 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Operasyona Fermandar Şehîd Ebû Leyla di roja 17. de ye. Li herêma navbera rojavayê Minbicê û rêya Helebê, di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime. Hat ragihandin, ku di şer de heta niha 26 çete hatine kuştin.
Balafirên koalîsyona navneteweyî jî li 7 nuqteyên çeteyan xistin.
Şerê li herêmê bi dijwarî dewam dike.