Tevgera Goran darizandina Barzanî dixwaze

Ji ber sûcên wek Şengalê tevî Êzidiyan ji çeteyên DAIŞ’ê re berdanê, nelirêtiyan, qetilkirina rojnamevanan, Tevgera Goran darizandina Mesût Barzanî dixwaze.

Yek ji saziyên çapemeniyê ya Tevgera Goranê duh têkîldarî sûcên çendan salan ên Mesût Barzanî de daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “Wek di daxuyaniyê de jî derbas dibe dadgeh ketiye kêmahiyên gelekî mezin. Ji ber derveyî fermiyetê tevgeriyaye. Dadgeh, zilma li ser hêjaran, piştgiridayina zilmê, destekkirina nelêritiyan di bin kontrola PDK’ê de dike.

Tevgera Goran wek erkê parastina mafê gel, ax û parastina nirxên welat dosyayek têkîldarî îxaneta 31’ê Tebaxê, têkîldarî radestkirina Şengala ya çeteyên DAIŞ’ê, teslîmkirina xwişk û birayên Êzîdî, bazirganiya bi çeteyên DAIŞ’ê, girtina parlamentoya herêma Kurdistanê, bêrêziya li hember meclîsa gel, nedayina mûçeyan û pêkneanîna jiyana rojane, dizîtiyên dewlemendiyên neteweyî, aboriyên neteweyî…; qetilkirina rojnamevanên serbixwe… ji bo van giştî yekser rola Mesût Barzanî heye. Kesê yekem ê berpirsê van sûcan Mesût Barzanî ye. Me ev giştî wek dosyayekê radestî dadgehê kirine.”

Hêjayî gotinê ye ku medyaya alîgirên Barzanî û PDK’e ji hefteyê bihurî ve şerekî taybet û giran li hember Tevgera Goran dimeşîne , her wiha li dijî van jî Tevgera Goran di çapemeniya xwe de bersivên hê girantir dide Barzanî û PDK’ê.

Duh Dadgeha Hewlêrê ya ku di bin rêveberiya PDK’ê de ye, der heqê Sekrekterê Giştî yê Tevgera Goran Newşîrwan Mûstefa de biryara girtinê dabû.