Çalakiya nobedê ya Roboskiyan dewam dikin
Malbatên Roboskiyan, diyar kirin ku hikûmeta AKP’ê berpirsên qetlîama Robaskiyê û Geziyê vedişêrin.
Malbatên Roboskiyan, diyar kirin ku hikûmeta AKP’ê berpirsên qetlîama Robaskiyê û Geziyê vedişêrin.
Malbatên 33 sivîlên ku di encama bomberdûmana balafirên artêşa Tirk a li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê de hatibûn qetilkirin, di hefteya 233. de li ser gorên zarokên xwe kom bûn û çalakiya nobeda edaletê dewam kirin. Malbatan Berkîn Elvan ê 15 salî yê ku di berxwedana Geziyê de hatibû qetilkirin jî bi bîr anîn. Li ser navê malbatên Roboskiyan Zîlan Encu axivî û diyar kir ku berpirsên qetlîama berxwedana Geziyê mîna berpirsên qetlîama Roboskiyê ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve hatine veşartin.
Encû da zanîn ku li Tirkiyeyê baweriya wan a bi sîstema edaletê êdî nemaye û wiha anî ziman: “Ji Roboskiyê heta Geziyê, Pirsûsê û Enqereyê wê lêgerîna edaletê bidomînin.”
Encu ya ku destnîşan kir ku li dijî kesên ku şerxwaz wê parastina aştiyê berdewam bikin, wiha got: “Dî dîroka me ya nêz de qetlîam û hilweşînên ku li Silopiya, Cizîr, Sûr, Şirnex û Geverê hatin kirin, li hemberî kuştinên kiryarên wan nediyar dengek bi hêz bilind nekin, wê dawiya van sûc, kiryar û qetlîamên bêeman neyên. Armanca Erdogan û AKP’ê bi zelalî ew e ku me fêrî van kiryaran bikin. Lê em ti carî fêrî mirin, bomberdûman, hilweşîn û talanê nabin.”