‘Bi ruhê berxwedanê yê Ebû Leyla em ê Minbicê rizgar bikin’
Şiyar Ebu Ibrahîm yek ji Fermandarên Tabûra Siwar Minbic der barê Operasyona Fermandar Şehîd Ebû Leyla de ji ANF'ê re axivî.
Şiyar Ebu Ibrahîm yek ji Fermandarên Tabûra Siwar Minbic der barê Operasyona Fermandar Şehîd Ebû Leyla de ji ANF'ê re axivî.
Ebu Ibrahîm da zanîn ku di qonaxa yekemîn a operasyona Fermandar Şehîd Ebu Leyla de piranî gund û mezreyên Minbicê hatin rizgarkirin û di demeke kurt de wan navenda Bajarê Minbicê xistine dorpêça xwe, Ebu Ibrahîm wiha got: "Di qonaxa yekemîn a operasyona Fermandar Şehîd Ebû Leyla de me piranî gundên Minbicê rizgar kirin, gelek bargehên çeteyên DAIŞ'ê me xistin. Çeteyan nikaribûn li hember hêzên me li ber xwe bidin, roj bi roj em bi pêş ve çûn. Xeta çeteyan a parastinê me di her du rojên destpêka operesyonê de şikandin û êdî çeteyan nikarîbûn li hember me rawestin."
Ebu Ibrahîm diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê gelek caran rêbazên qirêj ceribandine, carîna ji bo ku bikaribin şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk rawestînin, çeteyan sivîl ji xwe re dikirin mertal, Ebu Ibrahîm ragihand ku tevî vê şervanên wan ranewestiyane û karibûn sivîlan ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgar bikin. Ebu Ibrahîm wiha dewam kir: "Ji her du rojên destpêkê yên operasyona me, çeteyan dît ku nikarin li hember hêzên me rawestin. Ji bo wê rêbazên bêxlaq bi kar anîn, welatiyên sivîl li pêş xwe dikirin mertal ku hêzên me rawestin, lê tecrûbeyên me yên şer hene. Me jî li gor planekê şer dikir û bi şerekî exlaqî me meşand. Em li wan dizivirîn û me çete dorpêç dikirin. Çete neçar diman ji gundan û ji nav sivîlan birevin. Wisa me sivîl jî ji nav lepên wan xilas dikirin."
Ebu Ibrahîm di axaftina xwe de Fermandar Şehîd Ebû Leyla bi bîr xist û destnîşan kir ku Ebû Leyla ji rojên berxwedaniya Kobanê ya sala 2014’an ve ji hemû şervanan re pêşengek bû û wiha got:" Ebû Leyla bi sekna xwe û qehremaniya xwe kanibû xwe di çavên her şervanekî de bike pêşeng. Ez jî tevî ku fermandar im, lê min Ebû Leyla ji xwe re pêşengek didît. Me moral jê digirt. Kenê wî di demên herî zehmet de moral dida me."
DI QONAXA DUYEMÎN DE ARMANCA EBÛ LEYLA WÊ PÊK BÊ
Ebû Îbrahîm destnîşan kir ku di qonaxa yekemîn a Operesyona Fermandar Şehîd Ebû Leyla de wan navenda Bajarê Minbicê dorpêç kirin û bi sedan çeteyên DAIŞ'ê kuştin, Ebu Ibrahîm diyar kir ku ew ê bi ruhê bilindkirina tekoşînê ya Ebû Leyla ve di qonaxa duyemîn de armanca Ebû Leyla pêk bînin û Bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bikin, Ebu Ibrahîm wiha dawî li axaftinên xwe anî: "Şehadeta Ebû Leyla, armanca wî ji bo rizgarkirina Minbicê, ji me re nirxek e. Heta ji me bê em ê xwedî li şehîdên xwe û nirxên xwe derkevin. Weke me di qonaxa yekemîn a operasyonê de piranî gundewarê Minbicê rizgar kir, em ê di qonaxa duyemîn de armanca şehîdê xwe yê fermandar pêk bînin û Minbicê rizgar bikin."