MSD: Em polîtîkayên reşkirinê şermezar dikin

MSD’ê, polîtîkayên reşkirinê yên li dijî QSD’ê şermezar kir. Di daxuyaniyê de ev peyam hate dayin: “Heta tevahî herêmê ji terorê bê paqijkirin, wê têkoşîna me bidome.”

Desteya Serokatî ya Meclîsa Sûriyeyê Demokratîk der barê propogandayên ku li dijî gelên Rojava û Sûriyê têne kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya nivîskî de wiha hate gotin: “Serkeftinên ku Hêzên Sûriyeye Demokratîk li dijî hêzên tundraw bi dest dixin, li ser daxwaza şêniyên gundewarê bakurê Helebê pêk hatiye. Li Minbicê jî ev hêz piştgiriyê dide şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ku herêmê ji zilm û terorê xilas bike. Di van demên dawî de ku Sûriyê tê re derbas dibe, em dibînin çawa hin hêzên herêmî propagandayên reşkirinê belav dikin, ev hêz yekîtiya gelê Sûriyê hedef digirin, her wiha hewl didin ku serkeftinên ku Hêzên Sûriyeyê Demokratîk bidest dixin, kêm bikin.”

 ‘EM Ê GIŞTÎ HERÊMÊ JI TERORÊ PAQIJ BIKIN’

Di daxuyaniya MSD’ê de ev hatin gotin:

“Em wekî Desteya Serokatî ya MSD’ê van îdayan û helwestên ku li dijî gelê me têne kirin şermezar dikin. Em tekez dikin ku mîna van îdîayan piştgiriya dide terorê û ruhê kuştin û wêrankirinê bi xwe re tîne, her wiha yekîtî û vîna gelan têk dibe. Kiryarên ku îro  hêzên terorîst yên desthilatdar li dijî sivîlên Sûriyê pêk tînin bi tundî şermezar dikin.

Di van rewşên heyî de û kûrbûna aloziyan û rewşa ewlekariyê belavbûna terorê li tevahî cîhanê, kiryarên hovane yê ku li Amerîkayê rû daye ku di encamê de bi dehan sivîl bûne qurbanî bi tundî şermzar dikin, ev yek di çaçoveya zihniyeteke nejaperest pêk hatiye. Em di Meclîsa Sûriyeye Demokratîk de têkoşîna xwe ya li dijî terorê heta rizgarkirina hemû gelan berdewam bikin.”