DAIŞ'ê êrîşî Xurmatû kir: 26 hêzên ewlekariyê jiyana xwe ji dest dan

Çeteyên DAIŞ'ê duh bi şev êrîşî başûrrojavayê Xurmatû kirin. 2 jê pêşmerge, 24 polîs û endamên Heşdî Şebî bi giştî 26 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di şer de 23 çeteyên DAIŞ'ê jî hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞ'ê li hemberî konvoyeke leşkerî ya li herêma navbera gundên Bîr Ahmed û Ebûd, bombeyek li ser rê bi cih kiribûn, teqandin. Hêzên polîsên Iraqê yên berê xwe dan cihê teqînê li başûrrojavayê Xurmatû ketin kemîna çeteyan.

Midûrê Emniyeta Xurmatû Mistefa Beyatî jî di nav de 24 polîs û hêzên Heşdî Şebî, di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest dan.

Li nêzî gundê Zerge jî, çeteyên DAIŞ'ê bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî hêzên pêşmergeyan kirin. Di vê êrîşê de 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan, 15 pêşmerge jî birîndar bûn.

Di şer de 3 endamên Niştimanî (Hêza ewlekariya hevpar a Duzxurmatû) birîndar bûn. Di vî şerê ku tevahiya şevê qewimî de 23 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Hat ragihandin, gundên Bîr Ahmed, Ebûd û Zecelîşê ketine destê çeteyên DAIŞ'ê.

Li aliyê din, îro saet di 11:00 de li hemberî benda kontrolê ya polîs û pêşmergeyan a li bakurê Xurmatû, çeteyên DAIŞ'ê bi wesayîteke bombebarkirî êrîşek pêk anîn. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di vê êrîşê de kesek birîndar bûye.