BI DÎMEN

'Bi zanebûn bi cenazeyan lîstine û parçe kirine'

Hevserokê Şaxê ÎHD'ê yê Rihayê Atîlla Yazar da xuyakirin, ku cenazeyên 67 kesên di komkujiyên li Kurdistanê de hatin qetilkirin anîne Rihayê û diyar kir, bi zanebûn bi van cenazeyan hatiye lîstin û tehrîbkirin.

Ya ku li cenazeyên anîne Rihayê hatiye kirin, qirêjiya şerê dewletê yê li bajarên Kurdistan dimeşîne, radixe pêş çavan. Hevserokê Şaxê ÎHD'ê yê Rihayê Atîlla Yazar diyar kir, ji bo cenaze neyên naskirin, bi zanebûn hatine parçekirin.

Ji mirovên di dema komkujiyên di bin navê 'qedexeya derketina derve' de li bajarên Kurdistanê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, cenazeyên 67 kesan ji Cizîr, Silopiya, Hezex, Nisêbîn û Sûrê anîn Rihayê. Karê otopsî û teşxîskirina van cenazeyan ji aliyê Şaxê MEYA-DER ê Rihayê û Şaxê ÎHD'ê yê Rihayê ve hat şopandin. Hat tespîtkirin ku piraniya van cenazeyan hatine parçekirin û şewitandin.

BI TENÊ JI CIZÎRÊ 28 CENAZE ANÎN RIHAYÊ

Hevserokê ÎHD Şaxê Rihayê Atîlla Yazar yek ji wan kesan e ku karê otopsî û teşxîskirina cenazeyên anîn Rihayê şopand. Yazar da xuyakirin, cenazeyê Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç jî di nav de cenazeyên 28 kesan ji Cizîrê anîne Rihayê û 10 ji van cenazeyan di encama testa DNA de radestî malbatan hatine kirin. Yazar da xuyakirin, ji 67 cenazeyên ji bajarên cuda anîn Rihayê, malbatên 34 ji wan nehatin tespîtkirin û li goristanên li Rihayê hatine veşartin, beşek jî hînê li morgê ne. Yazar da zanîn, cenazeyên hatine veşartin, piştî encama testa DNA'yê wê ji gorê bê derxistin û radestî malbatan bên kirin.

'JI BO CENAZE NEYÊN NASKIRIN, BI ZANEBÛN BI RÛYÊ WAN HATIYE LÎSTIN Û PARÇEKIRIN'

Yazar ragihand, piraniya cenazeyên anîne Rihayê hatine şewitandin û got, "Cenazeyên ji Hezex, Silopiya û Nisêbînê anîn Rihayê, parçe parçe bûbûn. Piraniya van cenazeyên rakirina morgê, nikarîbûn bên teşxîskirin. Ji ber ku nedihatin naskirin. Bi taybetî bi rûyê cenazeyan hatibû lîstin, hatibû parçekirin. Lewma malbatan nikarîbûn wan nas bikin. Û cenaze di encama testa DNA de hatin teşxîskirin. Bi taybetî cenazeyê Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç bi temamî hatibû şewitandin. Ji xwe piraniya cenazeyên ji Cizîrê hatibûn şewitandin. Cenazeyên ji bajarên din hatin anîn jî, bi giranî demeke dirêj li derve hatibûn hiştin û hatibûn parçekirin. Ev cenaze herî kêm 15-20 rojan li derve hatibûn hiştin. Lewma nedihatin anskirin. Ji xwe lebatên gelek ji wan tinebûn."

'MALBATÊN CERDEVANAN DI BIN ÇAVDÊRIYA DEWLETÊ DE MALÊN GELÊ SIVÎL TALAN DIKIN'

Yazar destnîşan kir, li bajarên Kurdan sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin û got, "Qetilkirina mirovên sivîl li jêrzemînan bi rengekî hovane, sûcê herî vekirî yê li hemberî mafên mirovan e. Ev rewş li qada navneteweyî jî hat nîşandan. Ji ber vê yekê gelek sazî dixwazin bên Tirkiyeyê û vî sûcê li dijî mirovahiyê lêkolîn bike. Weke komeleya mafên mirovan me pêvajoya Kobanê jî dîtin û şopandin. Lê belê ev hilweşîna li bajarên Kurdan hatine kirin, ji ya Kobanê gelekî zêdetir e. Piştî daxuyaniya 'operasyon qediya' jî destûr ji sivîlan re nehat dayîn ji bo li malên xwe vegerin. Ev yek jî bêhiqûqiyê radixe pêş çavan. Bi tenê destûr ji malbatên cerdevanan re tê dayîn ku bikevin van herêman. Malbatên cerdevanan ên vegeriyan jî malên sivîlan talan dikin. Vê yekê jî di bin çavdêriya dewletê de dikin. Pêwîste ev yek bê bidawîkirin û derhal pêşî li vegera gelê sivîl bê vekirin. Divê mafên mirovan bes bên binpêkirin."