Gerîlayan li Şirnexê çalakî pêk anîn

Gerîlayên HPG/YJA Starê li Şirnexê çalakî lidarxistin. Di encama van çalakiyan de gelek leşker mirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û şerê vê dawiyê qewimîn de, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

AGIRÎ

Roja 15'ê Hezîranê saet di navbera 05:00-21:30 de hêzên me yên gerîla, rêya navbera navçeya Agirî Bazîdê û navçeya Wan Ebexê xistin bin kontrola xwe. Di vê çalakiya ku bi qasî 100 wesayît hatin sekinandin de, li ser pêvajoyê agahî ji gel re hat dayîn û nasname hatin kontrolkirin. Hêzên me yên gerîla, 5 qemyonên karê dewletê dikirin, şewitandin.

COLEMÊRG

16'ê Hezîranê saet di 09:00 de, li girê Meşkan ê Colemêrgê hêzên me yên gerîla bi çekên navîn û ferdî li leşkerên li dora kepçeyeke artêşa TC dixebitîn xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên li vê derê nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC obus û hawan avêt herêmê.

Roja 15'ê Hezîranê, 7 qemyonên kelûmel ji qereqola Bezelê ya li navçeya Colemêrg Şemzînanê re dibirin, hatin sekinandin. Di kontrola rê de rewşeke gumanbar rû da û di encama vê rewşa bêkontrol de kesek birîndar bû. Hat hînbûn ku ev kesê birîndar piştre jiyana xwe ji dest daye. Ji ber ku vî welatiyê di bûyerê de birîndar bû jiyana xwe ji dest da, em xemgîn in. Divê gelê me û raya giştî zanibin; ev bûyer bi rengekî plankirî û zanebûn nehatiye kirin. Di nûçeyên tên weşandin û propagandayên tên kirin de hewl tê dayîn ev yek weke amûreke şerê taybet bê bikaranîn.

ŞIRNEX

Roja 15'ê Hezîranê saet di 17:45'an de li herêma navbera Tûgaya Komando ya Çakir Sogut û Sîsteya Pîşesaziyê ya Şirnexê, hêzên me yên gerîla bi roketên B7 li otobusên leşker tê de bûn û wesayîtên zirxî xistin. Di vê çalakiyê de derbên giran li wesayîtekê ket. Piştî çalakiyê artêşa TC operasyon da destpêkirin û heman rojê dawî li operasyonê anî. Li ser hejmara leşkerên mirî û birîndar wê piştre agahî bi raya giştî re werin parvekirin.

Roja 16'ê Hezîranê saet di 13:00 de hêzên me yên gerîla li hemberî leşkerên li girê Serbend ê li ser xeta sînor a navçeya Şirnex Colemêrgê çalakiyek pêk anîn. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên leşkeran nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC obus û hawan avêtiye herêma çalakiyê.

AMED

Roja 16'ê Hezîranê saet di 12:00 de balafirên şer ên artêşa TC li quntara gundê Medrese yê navçeya Amed Licê xistin."