'Divê ciwan li dijî êrîşên topyekûn seferber bibin'

Ji fermandarên HPG'ê Cemal Erdal da xuyakirin, di şexsê ciwanên Kurd de AKP êrîşeke giran giran dibe ser civaka Kurd û li dijî êrîşên topyekûn banga seferberiyê kir.

Ji fermandarên HPG'ê Cemal Erdal da xuyakirin, di şexsê ciwanên Kurd de AKP êrîşeke giran giran dibe ser civaka Kurd û li dijî êrîşên topyekûn banga seferberiyê kir.

Cemal Erdal da zanîn, piştî ku AKP bû hikûmet di şexsê ciwanên Kurd de polîtîkayên şerê taybet ên li ser civaka Kurd zêde bûne û hewl hatiye dayîn, civaka daxwaza azadiyê dike bê vîn bê hiştin. Erdal got, "Bi taybetî, ev du sal in li hemberî civaka Kurd polîtîkayên şerê taybet bi berfirehî tên meşandin."

Erdal ragihand, AKP van polîtîkayên xwe li herêmên welatparêzî lê gelekî xurt e dimeşîne û li metropolên Tirkiyeyê jî polîtîkayên bêdengkirin û helandinê bi rengekî zexel dimeşîne.

'LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN ASÎMÎLASYONÊ DIVÊ CIWAN BIHERIKIN QADÊ TÊKOŞÎNÊ'

Erdal got, "Di vê qonaxa têkoşînê de divê em êdî ber bi serketinê ve biçin" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Di vî warî de bêguman erk dikeve ser milê ciwanên Kurd. Bi taybetî têkoşîna li Bakurê Kurdistanê, erk û wezîfeyên girîng dide me. Têkoşîna em li Bakurê Kurdistanê bi pêş de bibin, wê bandorê li hemû parçeyan bike. Ji ber vê yekê tirs ketiye dilê AKP'ê. Li dijî van polîtîkayan, pêwîste ciwanên Kurd bi taybetî jî yên li Bakurê Kurdistanê berê xwe bidin çiyayên azad. Li hemberî polîtîkayên AKP'ê li bajaran meşand, divê ciwan biherikin qadên azad. Hîn bi xurtî tevlî têkoşîna ku bi YPS û YPS Jinê hatiye destpêkirin, bibin. Girîng e em karakterê têkoşîna xwe êdî bigihînin qonaxa dawî. Ev yek bi tenê bi çend daxuyaniyan, bi çend meşan, bi çend çalakiyên protestoyî yên li kampusên zanîngehan nabe."

'DIVÊ TÊKOŞÎNEKE TOPYEKÛN WERE DESTPÊKIRIN'

Fermandar Erdal destnîşan kir, ku li dijî polîtîkayên AKP'ê divê ciwanên Kurd di nava seferberiyê de bin û ev bang li ciwanên Kurd kir: "Li hemberî polîtîkaya topyekûn a şerê taybet a AKP'ê, girîng e civaka Kurd û ciwanên Kurd bi rengekî topyekûn bikevin nava seferberiya têkoşînê û li dijî AKP'ê şer û têkoşîneke topyekûn were destpêkirin. Têkoşîna em di vê demê de dimeşînin, nifşên nû ji nêz ve eleqedar dike. di heman demê de siberoja me diyar dike."

Erdal bal kişand ser girîngiya radîkalbûYîna pîvanên redkirinê yên ciwanên Kurd û got, "Bi YPS'ê re ev sekin hat nîşandan. Lê belê, ji bo bidestxistina azadiyê, bêguman ev têrê nake."

'ROJ ROJA BERXWEDANÊ YE'

Erdal herî dawî bang li ciwanan, jinan û tevahiya gelê Kurdistanê kir, ku tevlî berxwedana YPS'ê ya li Bakurê Kurdistanê bibin û berê xwe bidin çiyayên azad ên Kurdistanê. Erdal got , "Roj roja berxwedanê ye. Roja parastin û pêşvebirina nirxên civakî ye."

...