Goran: Em biryara der barê Newşîrwan Mûstefa de red dikin

Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hacî têkildarî biryara dadgaha Hewlêrê ya der barê girtina Serokê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa de daxuyanî da û wiha got: “ Ev biyar biryareke siyasi ye. Ji bo wê em red dikin.”

Piştî ku îro Dadgeha Giştî ya Hewlêrê biryara girtina Serokê Giştî yê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa da, Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hecî li navenda Giştî ya Tevgera Goran a li Silêmaniyê di saet 15:00'an de civîneke çapemeniyê, li dar xist. Hacî destnîşan kir ku biryara girtina Newşîrwan Mistefa siyasî ye.

Hacî li dijî biryara dadgehê bertek nîşan da û ragihand ku wê biryarê nepejirînin, ji ber ku biryar siyasî ye. Hacî got ku dadgeh û dozgerên Hewlêrê ne serbixwe ne û di bin bandora PDK'ê de ne.

Hacî ragihand ku dadger û dozger bêalîtiya xwe ji dest dane, lê dîsa Serokê Giştî yê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa bi rêya parêzerê xwe daxwaz kiriye ku doz were Silêmaniyê.

Hacî ragihand ku Tevgera Goran rêzê ji qanûnan re digire û wiha got; "Dadgeha Hewlêrê red kir ku dadgehkirina Newşîrwan Mistefa veguhezîne Silêmaniyê. Dadgehkirin ne qanûnî ye û der heqê Newşîrvan de ti belge nînin. Dengê tê gotin ku yê Newşîrwan e jî nikarin îspat bikin ku yê wî ye û şahidên ji aliyê PDK'ê ve hatine diyarkirin bê nav in. PDK naxwaze dadgeh serbixwe be. Bingehekî yasayî ya dadgehkirina Newşîrwan Mistefa nîne. Em li benda biryara Dadgeha Temîzê ne, ji ber ku parêzerên Newşîrwan serî li Dadgeha Temîzê dane."

Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hacî di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman; "Çima dadgeh naçe kesên Şengal radestî DAIŞ'ê kirin û bi vê re hezaran jin û zarokên Êzidî hatin dîlgirtin û qetilkirin, dîsa kesên rejîma Baas di 31'ê Tabaxê de anîn Hewlêrê û kesên li Herêma Kurdistanê nelirêtiyê û krîz derxistine dadgeh nake? Pêwîst e dadgehê destpêkê wan kesan dadgeh bikira. Eger dadgeh serbixwe ye çima van kesane dadgeh nake?"